Tirkiyeyê li DMME careke din rekor şikand!
DMME di 28 dozên par de biryar da ku azadiya ramanê hatiye binpêkirin. Di 10 ji van dozan de Tirkiye hat mehkûmkirin.
DMME di 28 dozên par de biryar da ku azadiya ramanê hatiye binpêkirin. Di 10 ji van dozan de Tirkiye hat mehkûmkirin.
Tirkiye di sala 2015'an de bû welatê ku ji aliyê 'binpêkirina azadiya ramanê' ve ji aliyê DMME ve herî zêde hat mehkûmkirin.
DMME di 28 dozên par de biryar da ku azadiya ramanê hatiye binpêkirin. Di 10 ji van dozan de Tirkiye hat mehkûmkirin.
Li gorî statîstîkên îro li Strasboûrgê hatin weşandin, bi 3 hezar 850 serlêdanan re Ûkrayna di rêza yekemîn de ye. Piştî vî welatî, bi 9 hezar 200 serlêdanan re Rûsya, bi 8 hezar 450 serlêdanan re Tirkiye, bi 7 hezar 550 serlêdanan re Îtalya, bi 4 hezar 600 serlêdanan re Macarîstan, bi 3 hezar 550 serlêdanan re Romanya û bi 2 hezar 150 serlêdanan re Gurcîstan di rêzên destpêkê de cih girtin.
Ji nava van jî herî zêde Tirkiye di warê binpêkirina mafê darizandina wekhev de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hat mehkûmkirin. DMME di vî warî de tam 20 biryar da.
Di mijara binpêkirina azadiya ramanê de Tirkiyeyê di rêza destpêkê de cih girt. Li Tirkiyeyê 29 rojnamevanên girtî û hikumxwar hene.
Tirkiyeyê têkildarî nemeşandina lêpirsîna têrker li ser binpêkirina mafê jiyanê 13 caran, di pêkanîna xerab de jî 11 caran ceza xwar. Di darizandina ne adîl de jî Tirkiyeyê 14 caran ceza xwar.