Tirkiyeyê li dijî HDP'ê parêznameyek ji 130 rûpelî şand DMME'yê
Hikumeta Tirk, li dijî Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP'ê yên girtî, parêznameyek ji 130 rûpelî şand ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re.
Hikumeta Tirk, li dijî Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP'ê yên girtî, parêznameyek ji 130 rûpelî şand ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re.
Hikumeta Tirk, li dijî Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'yî yên girtî, parêznameyek ji 130 rûpelî şand ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re.
HDP'ê, ji bo berdana wekîlên xwe yên 17'ê Mijdara 2016'an hatibûn girtin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû û ji ber ku encam ji vê serlêdanê derneketibû, roja 17'ê Gulana 2017'an serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû. DMME jî ji Tirkiyeyê xwestibû ku der barê wekîlên girtî de heta 20'ê Cotmehê paraznameya xwe bişîne.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê piştre ev dem heta 24'ê Mijdarê dirêj kiribû.