Rûniştina 37’emîn a Mafê Mirovan a Konseya Mafê Mirovan a NY’yê, di roja 4’an de dom dike. Di roja 4’an a rûniştinê de Rapotora Têkoşîna li Dijî Êşkencê ya NY’yê Nîls Melzer rapora êşkencê ya têkildarî Tirkiyeyê pêşkêş kir, bal kişand ku li Tirkiyeyê her ku diçe îxlalên mafê mirovan zêde dibe û ketiye rewşekî ku êdî mirov ji nav dernekeve.
‘OTORÎTERIYEK SÎYASÎ NÎNE KU LI DIJÎ ÊŞKENCEYÊ TÊKOŞÎNÊ BIKE’
Melzer, çavdêriyên xwe yên li ser êşkencê yên li Tirkiyeyê vegot, anî ziman ku ji aliyê hikûmetê ve kesên bi navê PKK’ê û Guleniyan rast e rast êşkence dikin. Melzer a qala nebûn otorîteriyeke siyasî ya li dijî êşkenceyê têkoşînê bike, bibîr xist ku Tirkiye li dijî peymana mafê mirovan a navneteweyî û hiqûqa navneteweyî tevger dike.
DEWLETA TIRK LI PEY MEŞRÛKIRINA ÊŞKENCEYA DIKE YE
Li dijî rapora êşkenceyê ya Raportora Taybet a NY’yê Nîls Melzer de, li Tirkiyeyê bi rapora ku hate amadekirin hat îdîakirin ku bûyerên di rapora Melzer de hatine diyarkirin ne rastin, weke her demê derveyî mijarê parastin hate kirin û diyar kir ku Tirkiye bi ‘terorê’ re têkoşînê dike. Tirkiye destnîşan kir ku Melzer ên ku îfade dike ku êşkence lê hatine kirin Gulenî û PKK’yî ne, gotinên ku êşkence li endamên van beşan hatiye kirin jî nayê qebûlkirin.
Tirkiye destnîşan kir ku di rapora Raportora Taybet a NY’yê Nîls Melzer de, PKK weke rêxistineke ‘terorê’ nayê dînin, hat diyarkirin ku ji ber vê rewşê dilgiranin, NY’yê divê rastiya PKK’ê ya weke rêxistineke terorê ji bîr neke.
DEWLET Û SAZIYÊN CIVAKA SIVÎL NERAZÎBÛN NÎŞANÎ TIRKIYEYÊ DAN
Piştre jî hinek dewletên ku mafê axaftinê têkildarî mijarê girtin, anîn ziman ku li Tirkiyeyê her roja diçe êşkence di jiyanê de asayî dibe, bang li dewleta Tirk hate kirin ku divê rêz ji hevpeymanên mafê mirovan a navneteweyî re bigire.
Piştî nûnerên dewletan jî nûnerên sazî û dezgehên civaka sivî ên navneteweyî jî mafê axaftinê girtin, bal kişandin ser êşkence û nêzîkatiya xirab a li Tirkiyeyê tê kirin. Di axaftinan de binî hate xetkirin ku beşên li Tirkiyeyê dijî hikûmetê ne di bin zextên mezin de ne. Nûnerên dezge û saziyên civaka sivîl diyar kirin ku li Tirkiyeyê parêzvanên mafê mirovan, rojnamevan di serî de gelek beşên civakê rast e rast ji aliyê hikûmetê ve tên hedefkirin, bang kirin ku divê li dijî pêkanînên bêhiqûqiyên dewleta Tirk bikevin nava tevgerê.