Tirkiyê vê carê penaberên Efxan kirin şûrê destê xwe û li YE’yê hejand

Bi desteka YE’yê mayinên li ser sînorên Tirkiye-Îranê têne paqijkirin, Tirkiye vê carê gef li YE’yê xwar ku wê 3 milyon penaberên Exfan qebûl bike, sînoran veke.

Wezîrê Dewletê Veysî Kaynak bi peymana peymana paş ve qebûlkirinê gef li YE’yê xwar û got ew haziriyê dikin ku 3 milyon penaberên Efxan bînin Tirkiyê.

Piştî paqijkirina mayinên li ser sînorên Tirkiye-Ermenîstan-Îranê ya bi desteka YE’yê Tirkiyê dîsa bi penaberan gef li Yekîtiya Ewropa (YE) xwar û got, ew ê deriyê sînor li 3 milyon penaberên Efxan vekin.

Alîkarê Serokwezî Veysî Kaynak 26’ê Adarê têkildarî têkiliyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê got: ‘’Heke welatên Ewropa binbariyên xwe bi cih neyînin heqê me heye ku em vê di ber çav re derbas bikin. Peymana qebûlkirina bi paş ve bi rê rewşê nadome.’’ Kaynak di heman daxuyaniyê de bi penaberên Efxan gef li Yekîtiya Ewropa xwar û got, ‘’Li gorî agahiyên ku bi dest me ketine 3 milyon penaber hene, ber bi Tirkiyê ve tên. Dixwazin werin Tirkiyê. Piranî jî penaberên Efxan in. Tenê 2016’an ji Îdir û Agiriyê 30 hezar kes derbas bû.’’