Tirkiye û Rûsya operasyonen hevpar li dar dixin

Tirkiye ya ku li Heleb, Dera û Xûtaya Rojhilat rê li ber tasfiyekirina komên çekdar vekiribû niha jî tevî Rûsyayê li dijî komên çekdar operasyonan li dar dixe.

Rayedarê Serokatiya Artêşa Giştî ya Rûsyayê Sergey Rûdskoy diyar kir ku ew tevî Tirkiyeyê li hemberî komên çekdar ên Sûriyeyê operasyonan li dar dixin.

Derket holê ku Tirkiye ji dema şerê Sûriyeyê hatiye destpêkirin û heta niha komên çekdar ên li dijî rejîmê bi kar dianî, niha jî ji bo êrîşên hewayî yên li hemberî komên çekdar tevî Rûsyayê tevdigere.

Rûdskoy got ku “Bi alîkariya hempayeyên min ên Tirk re ji bo em cihê wesayîtên leşkerî û cebilxaneya terorîstan bibînin, ji bo operasyona li hemberî wan em tevdîran werdigirin.”

Rûdskoy diyar nekir ku ev operasyon li ku derê tê kirin lê li gorî texmînan ev der bejahiya Îdlîb, bakurê Hamayê û Lazkiyeyê ye.

Rejîm û Rûsya di sê mehên dawîn de ji bakurê Hamayê ber bi Îdlîbê operasyon daye destpêkirin û li dijî rêveber û fermandarên Heyet Tehrîr El Şamê gelek êrîşên hewayî li dar xistine.

Tirkiye ya ku li Îdlîbê 12 navendên wê yên çavdêriyê hene, îstîxbaratê dide Rûsyayê. Ji ber vê helwesta Tirkiyeyê komên çekdar Tirkiye sûcdar kiribûn.

Tirkiye di çarçoveya peymanên bi Rûsyayê re rê li ber vî tiştî vekiribû ku li Heleb, Dera û Xûtaya Rojhilat rêveberî ji destê komên çekdar têkeve destê rejîmê.