Tirkiye jî ji ber Covîd-19 dibistan kirin betlane

Hikûmeta Tirkiyeyê jî ji ber vîrûsa Covîd-19’an ragihand ku wê 16’ê Adarê û şûnde dibistan bikevin betlaneyê.

Berdevkê Serokkomarê Tirk Îbrahîm Kalin têkildarî biryarên li lûtkeya endamên kabîneyê ya li Beştepe ya li ser vîrûsa Koronayê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Kalin got: “Dibistana seretayî, navî û amadeyî 16’ê Adarê ji bo hefteyekê, zanîngeh jî ji bo 3 hefteyan wê bikeve betlaneyê. Perwerde û hînkarî ji 23’yê Adarê û şûnde bi rêbazên perwerdehiyê ji dûr ve dewam bike.”

Kalin bi domdarî got: “Lîstikên fitbolê jî wê heta dawiya maha Nîsanê jî bê alîgir bê lîstin.”

Kalin biryarên din wiha rêz kir: “Têkildarî xebatkarên cemawerî yên ji derveyî welat tên me giştîname amadekiriye. Heta tiştekî pir cidî nebe wê erkdarên cemaweriyê bi destûr bin.

Welatiyên me geştên xwe yên deveyî welat taloq dikin. Daxwaz ji welatiyên xwe dikin ku yên derveyî welat tên xwe 14 rojan bixin karantînayê.”