Tirkiye bi bazirganî û perwerdehiyê jî Başûr dagir dike
Dewleta Tirk polîtîkaya dagirkirina Başûr li gel baregehên leşkerî bi perwerdehî û baziganiyê jî berfireh dike.
Dewleta Tirk polîtîkaya dagirkirina Başûr li gel baregehên leşkerî bi perwerdehî û baziganiyê jî berfireh dike.
Li gorî nûçeya MA'yê plana Tirkiyê ya bicihbûna li Başûr, li gel baregehên leşkerî bi bazirganî û perwerdehiyê jî tê berfirehkirin. 49 dibistanên ji Cimeata Fethille Gulen mane, bi kontraola MÎT'ê xebatên perwerdehiya Tirkî dikin. Li gel baregehên leşkerî û saziyên bi navê perwerdehiyê, bi kêmanî bi 390 şîrketên Tirk serwerî aboriya Kurdistanê ye.
LI DIBISTANÊN GULEN PERWERDEHIYA TIRKÎ
Saziyên asîmîlekirina Kurdan ên bi navê perwerdehiyê yên Fethile Gulen, li Zaxo, Berwariyê, Soran, Amediye, Ranya ya Silêmanî, li Sileheddîn a Hewlêrê bi Tirkî Kurdên Başûr asîmîle dikin.
ŞÎRKETÊN BI SER MÎT'Ê VE
Li gel dorpêça leşkerî û perwerdehiyê, Tirkiye Başûr kiriye pêgirê xwe. 390 şîrketên Tirk, ku 26 ji van rasterast bi ser MÎT'ê ve ne li Silêmanî û Hewlêrê dixebitin. Şîrketên di behsê de li ser aborî û siyaseta herêmê êdî bûne xwedî gotin. Şîrîkatiya xebatên bazirganî ji hêla Malbata Barzaniyan ve têne rêvebirin. Serokwezîrê Herêma Federa Mesrûr Barzanî û Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî di gelek şîrketan de şîrik in.
KOMBÛNA BI SEROKTIYA MESRÛR
Her wiha di navbeyna 30'ê Hezîranê û 1'ê Tîrmehê de di navbeyna Tirkiyê û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê de ''Kombûna Bazirganî û Veberhênanê'' hatibû kirin. Kombûn bi seroktiya Mesûr Barzanî pêk hatibû. Ji Tirkiyê jî, Alîkarê Wezîrê Bazirganiyê Riza Tuna Turagay, Serekqonxûlê Hewlêrê yê Tirkiyê Hakan Karaçay, Wezîrê berê yê Bazirganî û Gumrikê yê Tirkiyê Bulent Tufekçî jî hazir bû.