Tinekirina çekên kîmyewî yên Sûriyê destpê kir
Tinekirina çekên kîmyewî yên Sûriyê destpê kir
Tinekirina çekên kîmyewî yên Sûriyê destpê kir
Heyetek ji endamên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî, dest bi tinekirina çekên kîmyewî û cihên hilberîna van çekan ên Sûriyê kir.
Hat ragihandin ku heyeta hevpar a Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ji bo lêkolîn û tinekirinê çûye tesîsekê. Çavkaniyek ji nava heyetê daxuyanî da ajansa nûçeyan a Fransayê AFP'ê û got, "Tinekirina çekên kîmyewî yên Sûriyê, îro destpê kir." Assocîates Press (AP) ya Emerîkî jî da xuyakirin ku wan heman agahî ji wezîfedarekî Neteweyên Yekbûyî wergirtine.
Heyeta ji 20 pisporan, ji bo amadekariya tinekirina çekên kîmyewî di 1'ê Cotmehê de gihaştibû Şamê. Rejîma Sûriyê di roja 21'ê Îlonê de envantera çekên xwe yên kîmyewî pêşkêşî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî kiribû.
Li gorî pisporan, zêdeyî hezar ton çekên kîmyewî yên li 45 tesîsan hatine belavkirin, hene. Tê gotin ku ji vê rêjeyê 300 ton ji gaza hardal û sarînê pêk tê.
Heyeta ku divê beriya 1'ê Mijdarê wezîfeyên xwe temam bike, yekser di encama lihevkirina navbera DYE û Rûsyayê de ava bû.
Piştî peymana 14'ê Îlonê ya li Cenevreyê di navbera DYE û Rûsyayê hat morkirin de, Sûriyê di 19'ê Îlonê de lîsteya tesîsên xwe yên hilberîn û stokê yên çekên kîmyewî pêşkêş kiribû. Diviyabû ev tesîs di nava 30 rojan de bihata lêkolînkirin. Li gorî peymana DYE-Rûsya, divê çekên kîmyewî heta mehên navîn ên sala 2014'an bên tinekirin.
Heyeta ji pisporan, ji bo heta hingî hemû stokên çekên kîmyewî tine bikin, divê bilezînin. Li gorî rojnameya Fransî Le Fîgaro, hin pispor di wê baweriyê de ne ku ev lîmîta demê, bi tenê dikare têra diyarkirina çekên kîmyewî û derxistina wan a ji Sûriyê bike.
Bi peymana navbera DYE û Rûsyayê re, gefa welatên Rojava ya ji bo destwerdaneke leşkerî li dijî Sûriyê jî ji holê rabû. Di serî de DYE welatên Rojavayî, ji êrîşa kîmyewî ya 21'ê Tebaxê ya li herêma Şamê de rejîma Şamê berpirsyar girtibûn. Rûsya û Sûriyê jî diyar dikirin ku ev êrîş provokasyoneke komên çekdar e.
Heyeta bi serokatiya Aake Sellstrom ê Swêdî beriya niha êrîşa 21'ê Tebaxê ya li Şamê jî lêkolîn kiribû û gihaştibû wê encamê ku çeka kîmyewî hatiye bikaranîn. Lê belê, ji ber ku ne di çarçoveya erka wan de bû, der barê berpirsyarê êrîşê de tespîtek nekiribû.
Pisporên Neteweyên Yekbûyî di 25'ê Îlonê roja Çarşemê de ji nû ve çû Sûriyê û li heft cihên ku tê gotin çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn lêkolîn kir û di 30'ê Îlonê de vegeriya. Di nava heft cihên mijara gotinê de taxa Kurdan Şêx Meqsûd jî heye. Tê payîn heyet heta dawiya meha Cotmehê rapora xwe pêşkêş bike.