Tîmên taybet avêtin ser Rêxistina DBP'ê ya Erzîromê

Tîmên tevgrea taybet ên Tirk, nîvê şevê avêtin ser avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Erzîromê.

Zêdeyî 200 tîmên tevgera taybet ên Tirk nîvê şevê saet di 01:00 de avêtin ser avahiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a li taxa Mahallebaşi ya navçeya Erzîrom Yakûtiyeyê. Polîsên ku deriyê avahiyê şikandin û ketin hundir, li hundir jî derî û pace şikandin. Endamên DBP'ê yên nîvê şevê bi serdegirtinê hesiyan, hewl dan bikevin nava avahiyê, lê polîsan nehiştin.

Di rageşiya li vê derê de polîsên Tirk çek li xebatên DBP'ê kişandin û gefa "Ji xwe hûn bi zora me diçin. Em ê li we hemûyan vegerin" li wan xwarin. Polîsan dest danîn ser materyalên li avahiyê.

Polîsên ku nehiştin kesek xwe nêzî avahiyê bikin, her wiha avêtin ser mala Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Mizgîn Sayan Aksoy. Aksoy hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Piştî ragirtina li emniyetê polîsan Aksoy anîn avahiya partiyê. Piştî lêgerînan 7 saetan polîsên Tirk ji avahiya DBP'ê derketin. Aksoy jî serbest hat berdan.