Tîma êşkenceyê êrîş bire ser girtiyên li Edene!

Li Girtîgeha bi Ewlehiya Jidiyayî ya Tîpa F'yê tîmeke bi navê ''Hêzên Amade' êşkence li girtiyên bi navê Fîkret Kara û Hakan Încî kirin. Malbatan gotin, 'Vîna zarokên me ji wan xurtir e' û banga bihistyariyê kirin.

Yekîneya Taybet a Hêzên Amade ku ji 20 kesan pêk tê, li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Jidiyayî ya Edeneyê  derb li Fîkret Kara û Hakan Încî xistin. Dayika Fîkret Kara Naime Kara, bang li raya giştî kir û xwest her kes hestiyar nêzîk bibe.
 
Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Jidiyayî ya Edeneyê Fikret Kara û Hakan Încî diyar kirin ku 20 kesên Yekîneya Taybet a Hêzên Amade êrîş birine ser wan û derb li wan dane. Dayika Fikret Kara Naime Kara, diyar kir ku pêşî qerdiyanan gef li wan xwarine û piştre jî qerdiyanan li wan dane.  Dayika Fikret Kara Naime Kara, diyar kir ku bi riya telefonê bi kurê xwe re axivî û kurê wê agahî daye wê ku rastî tundî û lêdana gardiyanan hatiye. Kara, anî ziman ku tundiya derûnî êdî derbasî tundiya fîzîkî bûye û wiha got: "Di 4'ê Cotmehê de komek qerdiyan li ber qawîşa kurê min û Hakan Încî kom bûn û ewil bi devkî gef xwarin û piştre derb kirin. Kurê min di salekê de 4  caran sirgûn bû. Herî dawî bi armanca ceza bikin şandin girtîgeha Edeneyê. Di qawîşa 3 kesan de 2 kes dimînin. Ewil pirtûk nedan, niha jî heqê sohbeta nava girtiyan daxistine 3 saetan. Êdî silav dayîn jî li wan qedexe kirine. Hakan Încî ji bo silav daye cîranên xwe rastî ceza hatiye. Li girtigehê her dem pirsgirêk hene. Ceza di nava ceza de dide girtiyan. Gefên “Em dê we li pey xwe kaş bikin û bibin" li girtiyan dixwin. 
 
'KURÊ MIN JI 10 CIHAN DERB XWAR'
 
Kara, destnîşan kir ku piştî kurê wê Fîkret Kaya û Încî birin Hekimtiya Înfazê li ber qawîşê rastî lêdana gardiyanan hatine. Komek gartiyan li ser serê wan kom bûn û li wan xistin. Linç kirin û hiştin. Ne tenê niha her tim rastî gefan û tundiya fîzîkî tên. Li derve rastî tundiya hêzên çevîk tên û li girtîgehê jî rastî tundiya gardiyanên Hêzên Amade tên. Kurê min ji 10 cihên cuda derb xwariye. Hakan Încî jî ji situ û serê xwe derb xwariye û birîndar bûye. Kurê min berê jî rastî 2 sal cezayê hevdîtina vekirî hatin û 2 salin min kurê xwe nedîtiye. Her dem mafê girtiyan tê binpêkirin. Ji ber ku ez wî nabînim pir bi fikar im. Pir bihêrs im. Sibê dikarin bêjin 'Serê xwe li dîwar xist û jiyana xwe ji dest da'. Ez pir bi fikar im." 
 
Dayika Hakan Încî Kader Încî jî anî ziman ku bi telefonê bi kurê xwe re hevdîtin kiriye û kurê wê diyar kiriye ku koma ji 20 gartiyanên taybet pêk dihat bi copan êrîşî wan kiriye.