Weqfa Mafê Mirova a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê (ÎHD) daxwaz kir ku kesên ku duh di serdegirtina mal û saziyan de hatine binçavkirin bên berdan.
TÎHV Û ÎHD’a Stenbolê binçavkirinên ku duh di serdegirtina avahiyên ÇHD, Buroya Hiqûqê ya Gel, TAYAD, Kovara Yuruyuş û Navenda Çanda Îdil de pêk hat protesto kirin.
Parêzvanên mafê mirovam li ber Şaxa ÇHD ya Stenbolê daxuyanî dan û daxwaz kirin ku kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.
85 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Serokê ÎHD’a Stenbolê Umît Efe daxuyanî xwende û dozgeriya bi xala 10’emin a TMK ya Stenbolê peywirdare bi awayeke bê hiqûqiyeke mezin bi ser malan de girtiye û 85 kes binçav kirine.
Efe destnîşan kir ku di demên dawî êrîşên li ser muxalîfan herî zê li hemberî parêzvanên maf zêde bûye û wiha hat gotin: “Salek berê 46 parêzerên kurd ji ber faliyetên pîşeyî hatin girtin. Weke ku ev têr nekir vê carê nûner û endamên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem binaçvkirin. Xuyaye ku êrîş bi zanebûn veguherînin polîtkayekê. “
Her wiha seroka TÎHV’ê Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku ev saleke terora polîs her diçe zêde dibe.
Fîncanci da zanîn ku dema parêzera Taylan Tanay tê girtin wêneyê wî tê kişandin û ev jî mînaka herî berbiçav a îşkeceyê dide xuyakirin. Fîncanci got divê demildest kesên hatine binçavkirin bên berdan.