Tifaqa Ked û Azadiyê li gorî encamên destpêkê 66 wekîl bi dest xistin
Tifaqa Ked û Azadiyê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi giştî 66 wekîl şandin Meclîsê. Partiya Çepên Kesk 62 wekîl, TÎP’ê jî 4 wekîl bi dest xistin.
Tifaqa Ked û Azadiyê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi giştî 66 wekîl şandin Meclîsê. Partiya Çepên Kesk 62 wekîl, TÎP’ê jî 4 wekîl bi dest xistin.
AMED
Partiya Çepên Kesk li Amedê bi giştî 8 wekîl şandin Meclîsê. Partiya Çepên Kesk li Amedê bi sedî 63’ê dengan bi ser ket.
WAN
Partiya Çepên Kesk li Wanê bi bidestxistina nêzî ji sedî 55’ê dengan, 5 namzetên xwe şand Meclîsê.
RIHA
4 namzetên Partiya Çepên Kesk li Rihayê mafê nûnertiyê bi dest xistin û sedî 26’ê dengan girt.
MÊRDÎN
Partiya Çepên Kesk li Mêrdînê bi rêjeya sedî 55’ê dengan re 4 wekîlên xwe şandin Enqereyê.
Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê wekî ku dihat hêvîkirin, 3-0 kir.
ÎDIR
Partiya Çepên Kesk li Îdirê bi rêjeya ji sedî 45’ê dengan 1 wekîlê xwe şand Meclîsê.
ŞIRNEX
Partiya Çepên Kesk li Şirnexê 3 wekîl şandin Enqereyê.
ÊLÎH
Partiya Çepên Kesk li Êlihê ji 5 wekîlan 4 jê girt. Nêzî sedî 60’ê dengan girt.
SÊRT
Partiya Çepên Kesk li Sêrtê kir ji sêyan kir du. 2 wekîlên ji lîsteya Partiya Çepên Kesk ên Sêrtê mafê temsîlieya li Meclîsê bi dest xistin. Partiya Çepên Kesk li Sêrtê nêzî sedî 50’ê dengan girt.
BEDLÎS
Partiya Çepên Kesk li Bedlîsê hejmara wekîlên xwe zêde kir û 2 wekîl şandin Meclîsê. Partiya Çepên Kesk li Bedlîsê nêzî sedî 40’ê dengan girt.
MÛŞ
Partiya Çepên Kesk li Mûsê nêzî sedî 50’ê dengan girt û 2 wekîl şandin Meclîsê.
DERSIM
Partiya Çepên Kesk li Dersimê ji sedî 44’ê dengan girt û 1 wekil şand Meclîsê.
ÇEWLÎG
Partiya Çepên Kesk li Çewlîgê ji sedî 25’ê dengan girt. Ji Çewlîgê namzetek hat hilbijartin û ket Meclîsê.
AGIRÎ
Partiya Çepên Kesk li Agiriyê ji sedî 55’ê dengan girt. Bi vê encamê 3 wekîlên Agiriyê şandin Meclîsê.
QERS
Partiya Çepên Kesk li Qersê jî bi sedî 28’ê dengan re bû partiya yekemîn. Bi vê encamê namzetê rêza yekemîn a Partiya Çepên Kesk ket Meclîsê.
ERZIROM
Partiya Çepên Kesk li Erziromê bi rêjeya sedî 10’ê dengan, nûnertiya wekîlek bi dest xist.
DÎLOK
Partiya Çepên Kesk li Dîlokê ji sedî 9’ê dengan girt. Bi vê rêjeya dengan ji Dîlokê wekîlek xwe şand Meclîsê.
STENBOL
Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê derdora ji sedî 10,5 deng girt. Bi vê rêjeya dengan hêzên tifaqê bi giştî 11 parlementer şandin Meclîsê.
EDENE
Partiya Çepên Kesk li Edeneyê ji sedî 9’ê dengan girt. Bi vê rêjeya dengan namzetek xwe şandin Meclîsê.
MÊRSÎN
Partiya Çepên Kesk li Mêrsînê ji sedî 13’ê dengan girt û 2 wekîlên xwe şandin Meclîsê.
ÎZMÎR
Partiya Çepên Kesk li Îzmîrê sedî 7,5’ê dengan girt û 2 wekîlên xwe şandin Meclîsê.
HATAY
Pêkhateya Tifaqa Ked û Azadiyê TÎP li Hatayê 1 wekîl bi dest xist.
KOCAELÎ
Partiya Çepên Kesk li Kocaeliyê ji sedî 5,6 dengan girt û 1 wekîl bi dest xist.
ANTALYA
Partiya Çepên Kesk li Antalyayê wekîlek şand Enqereyê.