'Tifaqa Ked û Azadiyê bû hêvî ji gel re'

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ozgur Zeydanoglû got, hilbijartinên 2023'an yek ji hilbijartinên herî girîng ên dîroka Tirkiyeyê ye û destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê li nava gel bûye cihê hêvî û kelecaneke mezin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê de li Tirkiye û Kurdistanê karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê zêde bûn. Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ozugr Zeydanoglû doza girtina HDP'ê, karê hilbijartinê yê Tifaqa Ked û Azadiyê û bendewariya gelên Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.

'SIYASETA ÎNKAR Û ÎMHAYÊ DEWAM DIKE

Zeydanoglû diyar kir ku HDP ji kevneşopiyeke siyasî ya ji 40 salî tê û anî ziman ku ji bo doza girtinê ya li hemberî HDP'ê hatiye vekirin bê fêhmkirin divê mirov li rabirdûyê binihêrin: "Divê mirov hincetên girtiya partiyên ku em lê siyasetê dikin binirxînin. Bêguman HDP hinekî ji vê jî wêdetir e. Meseleya esasî ew e ku hewl tê dayin gelê Kurd li derveyî siyasetê bê hiştin, pêşî li daxwazên wan ên rewa bê girtin. Bi ketina sedsala Komarê re pêvajoya înkar û îmhayê ya li hemberî Kurdan dewam dike."

BERXWEDANA LI DIJÎ ÊRÎŞAN

Zeydanoglû diyar kir ku îradebûna siyaseta kurdan bala dewletê kişand û got, "Li gel vê yekê HDP dixwaze ku tevî pirsgirêka Kurd pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê çareser bike. Binihêrin, nerazîbûna destpêkê ya li hemberî HDP'ê, êrîşa destpêkê çawa pêk hat? Bi esasî di hilbijartinên 2015'an de pêk hat. Hilbijartinên 2015'an ji bo Tirkiye û Kuridstanê mîladeke. Yekemcar gelên Kurd û Tirk li dora demokrasî û pirsgirêka Kurd li hev civiyan. Partiya me ji bendê derbas bû. Di ser derbaskirina bendê re her wiha piştgiriyeke xurt a civakî jî werdigire. HDP'ê di hilbijartinên Hezîrana 2015'an de li Amedê ji sedî 85, li Wanê ji sedî 80'ê, li Colemêrgê ji sedî 90 ê dengan wergirt. Her wiha ji Derya Reş, ji Anatoliya Navîn, ji Amasya û Gumuşhaneyê jî deng wergirt. Ev yek bû hincet ku êrîşên li ser HDP'ê girantir bibin. Mesele ev e; hem dixwazin Kurdan li derveyî siyasetê bihêlin hem jî bendekî faşîst daynin pêşiya siyaseta Tirkiyebûnê û projeya demokrasiyê ya HDP'ê. Bêguman beriya destpêkirina doza girtinê bi zext û rêbazeke giran bi ser me de hatin. Li hemberî vê zext û êrîşê berxwedanek jî hate kirin. Dixwazin ku vê berxwedanê tune bikin, bloke bikin û dawî li nasnameya saziyê bînin."

GELÊ KURD BÊ PARTÎ NAMÎNE

Zeydanoglû destnîşan kir ku HDP û pêkhateyên wê xwedî avantajên cidî ne û got, "Ya destpêkê ji aliyê hilbijêran ve avantajeke me heye. Hûn karin partiyekê bigirin, hûn karin dawî li nasnameya saziyê bînin, lê belê eger gel, girseyeke ku siyasetê dike li şûna xwe be, tiştekî ku hûn karibin bikin zêde tune ye. Ya rast tedbîreke me zêde mezin nîne. Ji ber ku tedbîra me ji destpêkê ve hatiye girtin. Girseya me ya hilbijêr a dilsoz bi serê xwe tedbîr e. Dilsoziyeke bi vî rengî ya gel heye. Eger ev gel gav bi gav mezin dibe, hingî ya mayî tenê dibe meseleya teknîkî. Gelê Kurd ti carî bê partî namîne. Em tevgereke siyasî ne ku hînî girtina partiyê bûne. Ya rast tevî ku pêvajoyeke hêsan nîne jî weke gel û em hînî pêvajoyên bi vî rengî bûne."

HDP AKTOREKÎ GELEKÎ GIRÎNG E

Zeydanoglû destnîşan kir ku ev hilbijartin gelekî girîng e û wan jî xwe bi Tifaqa Ked û Azadiyê ji hilbijartinê re amade kirine. Zeydanoglû got, "Em ne bawerin ku doza giritnê zorê bide me. Ev pêvajo hîn bêhtir têkoşîn û baldariyê dixwaze. HDP partiyeke sîstemê ya klasîk nîne. Mînak li vî welatî gelek partî hat, bû desthilatdar, lê belê piştre tune bû. Lê belê xeta HDP'ê partiyeke siyasî ya ji 40 salî ye û her tim bi roleke stratejîk radibe. Ji ber ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokratîkbûnê ya ku HDP li ser dixebite û di rojevê de dihêle, pirsgirêkên gelekî girîng e ku paşeroja Kurdan û Tirkan eleqedar dike. Lewma argumanên ku HDP li ser disekine û siyasetê pê dike, bi serê xwe HDP'ê dike partiyeke girîng. Konkonktura îro jî HDP'ê dike aktorekî gelekî girîng. Em îro bi desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê re rû bi rû ne. Li hemberî vê faşîzmê me berdêlên giran dan û ji berxwedanê gav paşve neavêt. Eger em îro qala jihevketin û belavbûna AKP'ê dike divê em bibînin ku ev bi saya têkoşîna HDP'ê bûye."

YEK JI HILBIJARTINÊN HERÎ GIRÎNG E

Zeydanoglû destnîşan kir ku hilbijartinên 2023'an yek ji hilbijartinên herî girîng ên dîroka Tirkiyeyê ye û got, "Xisara ku desthilatdariya AKP'ê ya 21 salan pêk aniye, êdî gihîştiye wê astê ku kes nikare xwe lê rabigire. Lewma ev hilbijartin gelekî girîng e. Ev hilbijartin ji bo gelê Kurd jî gelekî girîng e. Amadekariya me jî li gorî vê yek. Em bi rengê Bloka ked û Azadiyê xwe ji vê hilbijartinê re amade dikin. Weke rêyeke sêyemîn derdikevin holê. Tifaqa Ked û Azadiyê bloka yekbûyî ya Tirkiyeyê ye. Tifaqa Ked û Azadiyê li nava gel bûye cihê hêvî û kelecaneke mezin."