TÎB: MÎT şopandinekî bê sînor ya ragihandinê dike

TÎB: MÎT şopandinekî bê sînor ya ragihandinê dike

Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TÎB) ragihand ku MÎT û Polîs bi “tespîta ragihandinê” ku “kî, li gel kê/, çi demê, çiqas axiviye” aşkera dike, li tevayî Tirkiyeyê bê sînor bikaraniye.

Li gorî agahiyên ku TÎB’ê dane Komîsyona Lêkolîna Kêzikan ya Meclisa Tirkiyeyê, li tevayî Tirkiyeyê MÎT û Polîs tespîta ragihandinê bê sînor didin şixulandin.

Rayedarên Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TÎB) agahî da ku, hêzên kolluk heya sala 2008’an jî “tespîta ragihandinê” bê sînor bikaranîne û aşkera kirin ku, li ser îtîraza wan Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ev pêkanîn li ser biryara darazê rawestandin, lê belê MÎT û Midûriyeta Polîsan ya Giştî ji bo 3 mehan biryar ji dadgehê wergirtin û ev pêkanîn domandin.

MÎT jî îdîa dike ku pêkanînek wiha nehatiye kirin. Di serdana komîsyonê ya MÎT’ê de rayedaran got; “Bi armanca tespîta ragihandinê, ne gengaze ku li tevayî Tirkiyeyê biryara dadgehê bê girtin.”