Ti hikmê lîsteyan tine

Ji bo ku PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' a YE'yê were derxistin, danişîna dozê ya li Dîwana Dadê ya Ewropayê 15'ê Mijdarê wê were dîtin. Parêzer Tamara Barûma got hemû argûmanên ku bi wan hincetan kirin nav lîsteyê ti hikmê wan tine.

Ji bo ku PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorîst a YE'yê were derxistin, doz li Dîwana Dadê ya Ewropayê, ku saziya darazê ya herî bilind a Yekîtiya Ewropayê ye, tê payin ku 15'ê Mijdarê biryar were standin. Yek ji parêzera dozê Tamara Baruma got, ''Heke me ji vê dozê bawer nekira, me dest pê nedikir'' û got, ew li benda biryareke erênî ne.

Piştî qedexeya li ser PKK'ê ku Elmanya 1993'yan anîbû, dewleta Tirk a ku bi Ingiltere re li hev kirî, bi konsepta Gureş-Çîller a salên 90'î terora dewletê zêdetir kir. Piştî qedexeya li ser PKK'ê ya DYA'yê, ya sala 1997'an jî, li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke navdewletî hate kirin. Piştî êrîşên 11'ê Îlonê, ku li cîhanê pêleke nû dest pê kiribû, YE ya ku biryara bi hijmara 1373'an a NY'yê kirî hincet, PKK ya ku lîderê wê dîl hatî girtin û agirbest ragihandibû, ragihand ku wan PKK kiriye nav 'lîsteya rêxistinên terorîst''. PKK ji 2002'an ve di nav 'lîsteya rêxistinên terorîst' a YE'yê de cih digire. Di hincetên qedexekirinê de jî hin îdîayên dewleta Tirk hene ku serwîsî YE'yê kirine. Beşek ji îdîayan ji wan bûyeran pêk tê ku DMME'yê dewleta Tirk mehkûm kiribû. Lli dijî lîsteya ku serê şeş mehan tê nûjenkirin, li ser navê rêveberên PKK'ê Mûrat Karayilan û Duran Kalkan, li Hollandayê Bûrokya Hiqûqê ya Prakkend d'Olîveîra îtîraz kir, piştre jî doz li Dîwana Edelatê ya Ewropayê hate vekirin. Tê payin di dozê de ku ji bo PKK ji lîsteyê were derxistin, 1'ê Gulana 2014'an hatibû vekirin, 15'ê Mijdarê biryar derkeve.

Parêzera Hollandî, ya doza ku li Dîwana Dadê ya YE'yê hatî vekirin, Tamara Baruma li ser dozê ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Barûma got PKK bi lîsteya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê kirine lîsteyê û ev biryar jî xwe dispêrê 'lîsteya terorê' ya Ingiltere ya 2001' û lîsteya 'terorê' ya Fransa û DYA'yê. Barûma got, Elmanyayê beriya van lîsteyan qedexe anî ser PKK'ê lê qedexeya li Konseya YE'yê 2001'an pêk hat.

Barûman diyar kir 2007'an ji lîsteyê hate derxistin lê piştre dîsa lê hate zêdekirin, sedem jî ew e ku lîste serê şeş mehan tê nûjenkirin û got ew ji 2014'an ve îtîrazê li 5 lîsteyan kirine.

Parêzer Barûman diyar kir wan 2014'an ji bo ku PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' a YE'yê were derxistin, wan serî li Dîwana Dadê ya li Luksembûrgê daye û ew li bendê ne 15'ê Mijdarê biryar were standin. Ji ber ku serê 6 mehan lîste tê nûjenkirin, Barûman diyar kir wan ji dadgehê xwestiye hemû lîsteyên ji 2014'an ve bibe mijar.

Barûman got Konseyê dema ku PKK li lîsteyê zêde kirî pîvana wê ya pêşî ew e ku dewletekê ew kiriye nav lîsteyê û her wiha piştî ku Ingiltere û DYA'yê kirî nav lîsteyê, ev jî bû pîvan.

Barûman diyar kir, pîvana duyemîn jî ew e bê ka rêxistin dikare weke 'rêxistina terorîst' were nirxandin an na û got, di pênasekirina 'rêxistina terorîst de' tê gotin, bi rêya tundiyê daxwaza ku bigihije 'armancên terorîst' û diyar kir, gotina 'armancên terorîst' pir bi problem e û wan jî parastina xwe li ser vê ava kirine û domand, ''Ji ber ku li dijî rejîmeke dîktatorî an jî rêxistineke li dijî zextê ye, helbest dixwaze hikûmetê û civakê biguhere. Pênasekirina 'terorîstiyê' ya YE'yê bi problem e, ji ber ku ti cihêtiyê naxe navbeyna rêxistinên ku bi rengekî demokratîk civakê biguherin û rêxistinên ku li dijî dîktatoriyê radibin.

Parêzerê dozê Barûman got wan diyar kiriye ku pênaseya 'terorîstiyê' divê zelal bibe û got wan ji dadgehê re gotine tenê rêxistinên ku bi çalakiyên xwe civakê terorîze dikin divê weke terorîst werin dîtin û ti delîl nîn in ku PKK civakê terorîze dike. Barûman her wiha got argûmaneke wan a dî ya girîng ew e, dema ku wan 2014'an serî li dadgehê dane wê demê hevdîtinên aştiyê hebûn û di vê mijarê de ew hemû başbîn nêz dibûn, me digot di demeke wiha de ku bi PKK'ê re hevdîtinên ji bo aştiyê têne kirin, nayê qebûlkirin ku di lîsteya terorê de be.

Barûman her wiha got rizgarkirina Êzîdiyan a ji hêla PKK'ê ve, parsatina Kobanê ya li dijî DAÎŞ'ê, desteka raya giştî ya cîhanê jî di parastinê de weke argûman bi kar anîne û got, ''Tevgera Kurd li cîhanê mîna lehengan tê dîtine û me jî xwest, rêxistineke ku jiyana mirovan xilas kirî, ji hêla cîhanê ve weke leheng tê dîtin, divê ji lîsteyê were derxistin.''

Parêzer bi berdewamî got ew li bendê ne ku 15'ê Mijdarê dadgeh biyarekê bide lê nizanin bê ka dadgeh wê biryareke çawa bide lê, heke wan bawer nekira wan doz nedida destpêkirin.

Parêzer Tamara Barûma got heke di dozê de ew bi ser bikevin ev ê wer maneya ku hemû lîste êdî bêkêr in û êdî nema karibin vê rêxistinê tevlî lîsteyê bikin, heke dadgeh biryarê li ser bide ku PKK'ê ji lîsteyê derxîne, Konseya YE'yê heke bixwaze PKK'ê dîsa li lîsteyê zêde bike divê vê biryara dadgehê berçav bike û bibe xwedî argûmanên qanihker.

Barûma her wiha got heke ew di dozê de bi ser nekevin jî, ew dikarin îtîraz bikin û biryarê bidin Dadgeha Dîwanana Dadê.