Thiruchchoti: Di pêvajoya çareseriyê de baldarî divê
Thiruchchoti: Di pêvajoya çareseriyê de baldarî divê
Thiruchchoti: Di pêvajoya çareseriyê de baldarî divê
Li Srî Lankayê, di encama têkoşîna rizgariyê ya Pilingên Tamîlê de, di sala 2002'an de di navbera hikûmeta Srî Lanka û Tamîliyan de agirbest hatibû îlankirin û bi navbeynkariya Norwêcê danûstandinan destpê kiribû. Lê belê, di sala 2009'an de bi qirkirina Tamîliyan a ji aliyê artêşa Srî Lankayê ve ku DYE ew bi çek û perwerde kir, hat dîtin ku ev pêvajo xefikek e. Serokê Komeleya Parastina Mafên Gelê Tamîlê Thirukulasingam Thiruchchoti ku ji sala 1979'an û vir ve li Parîsê weke penaberekî siyasî dijî, di çarçoveya ezmûnên xwe de pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê ji ANF'ê re nirxand. Thiruchchoti da xuyakirin ku beriya her tiştî ew ji Ocalan bawer e û got, "Divê bi Ocalan piştrast bin û bêyî berdêlên gel ji bîr bikin, bimeşin." Thiruchchoti bal kişand ser girîngiya baldariya di pêvajoya çareseriyê de û got, "Divê neyê ji bîrkirin ku dewleta pê re danûstandin tê kirin endamê NATO'yê ye û li pişt wê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) heye."
-Têkoşîna we çawa destpê kir?
Hûn jî dizanin Srî Lanka giraveke ketibû bin mêtîgeriya Îngilîzan. Li Tirkiyê Kurd û Tirk dikarin bi hev re bişîn, lê li Srî Lankayê li herêmekê Tamîlî li herêma din jî Sînhalayî hene. Ew di bin emperyalîzma Îngilîzan de ne. Ji bo em ziman û çanda xwe bi awayekî azad bijîn, me sîstemeke federal dixwestin. Ya me, di destpêkê de berxwedaneke sivîl a bê çek, bê dijwariyê bû. Lê belê li hemberî vê têkoşîna me ya aştiyane êrîşên polîsan destpêkirin û dema terora dewletê giran bû, ev têkoşîn veguherî têkoşîna çekdarî. 30 salan ev têkoşîn bi vî rengî dewam kir. Komkujiyên gelekî mezin hatin kirin. Gelek şoreşgerên rêzdar hatin kuştin. Yek ji wan şoreşgeran, gotinên wî yên dema ber bi mirinê ve diçû, ji bo nifşên nû bû gotinên bav û kalan.
EGER EZ BIMIRIM JÎ BILA EV ÇAV AZADIYÊ BIBÎNIN
-Çibû ew gotin?
Sal 1983 bû. Girtiyekî siyasî bû. Li girtîgehê bû. Di navbea Sînhalayî û Tamiliyan de têkoşînek hebû, lê ne çekdarî bû. Ev têkoşîn li girtîgehê jî dewam dikir. Sînhalayên li girtîgehê êrîşî Tamîliyan kirin. Ji bo Sînhalayî êrîşî Tamîliyan bikin, polîs û gardiyanan deriyên girtîgehê vedikirin. Lîderê Tamîl ê li wir Kûtî Manî bi mirinê hatibû cezakirin. Dema li girtîgehê cezayê darvekirinê lê hat birîn wasiyeteke wî ya bi vî rengî hebû: "Eger hûnê min bikujin, çavên min derxînin û bidin Tamîliyan. Ji bo ku, ez bimirim jî bila ev her du çav azadiyê bibînin."
-Dûre pêvajoyeke çawa bi rêve çû?
Piştî vê berxwedana pasîf a demdirêj, hêzên ewlekariyê êrîşî me kirin û pevçûnan destpê kirin. Li hemberî vê yekê, ji bo parastina xwe û gelê xwe û qebûlkirina daxwazên xwe, em neçar man çekê hilgirin. Di heman demê Rûsya, Elmanya û Îngilîstanê li dijî vê rewşê alîkariya çekan a lojîstîk didan artêşa Srî Lankayê. Ev yek ji bo me veguherîbû şerekî li dijî emperyalîzmê. Li hemberî ewçend desteka leşkerî ya navnetewî, weke Tamiliyan me nekarî li ber xwe bide. Di navbera mehên Çile û Gulana sala 2009'an de, artêşa Srî Lankayê 40-70 hezar Tamîlî kuşt û 146 hezar jî hînê wenda ne. Qirkirinek hat jiyîn. Di şerê 30 salan de jî 200 hezar Tamîlî hatin kuştin, qirkirina li dijî Tamîliyan hînê dewam dike.
- Neteweyên Yekbûyî qet neket navberê?
Piştî ku Tamîlî hatin kuştin, Neteweyên Yekbûyî û civaka navnetewî hînê nû anî ziman.
JI KOMÎSYONA HEQÎQATÊ YA DEWLETA SRÎ LANKAYÊ WÊ ÇI DERKEVE
- Li hemberî van komkujiyên hatin jiyîn, qet hat bîra we ku mîna Başûrê Efrîkayê komîsyona heqîqatan ava bikin?
Bêguman em komîsyoneke heqîqatan dixwazin, lê belê komîsyoneke ku ji aliyê hikûmeta Srî Lankayê ve were avakirin, bi ti awayî qebûl nakin. Ji ber ku komîsyona heqîqatê ya ji aliyê wan ve bê avakirin, wê li gorî pîvanên rastiyê tevngere. Li gorî me divê komîsyoneke ku tê de rêxistên civakî yên sivîl ên serbixwe hebe, bihata avakirin.
- Piştî têkoşînek ewçend dijwar, we hin mafên xwe bi dest xistin?
Em bi zimanê xwe diaxivin, lê weke zimanê fermî nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê gelek Tamîlî qebûl nakin ku zimanê Srî Lankayê hîn bibe. Lê hînê ev li ser me tê ferzkirin. Li Srî Lankayê em dikarin hînî zimanê xwe bibin, em bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin, lê ji ber ku zimanê me yê dayikê weke zimanê fermî nayê qebûlkirin, hemû ewraq û belgeyên polîs û netewî bi zimanê Srî Lankayê ye. Ya komîk jî ew e, ku em bi zimanê Srî Lankayê nizanin.
- Hûn bi Destûra Bingehîn a Srî Lankayê re dilsoz in?
Na, em bi Destûra Bingehîn a wan re ne dilsoz in. Niha ji xwe bi tenê Destûreke Bingehîn heye, lê ev destûra bingehîn mafên Tamîliyan naparêze, ji ber vê yekê em vê Destûra Bingehîn nas nakin, red dikin.
DIVIYABÛ ME BAWERIYA XWE BI CIVAKA NAVNETEWÎ RE NEANÎBÛYA
- Eger hûn îro li pişt xwe dinêr in, kîjan aliyê têkoşîna xwe rexne dikin?
Ez di wê baweriyê de me ku şaşiyên me yên polîtîk û dîplomatî çê bûn. Şaşiya me ya herî mezin; me ji civaka navnetewî bawer kirin. Eger em îro têkoşînê ji nû ve rakin ser piyan, emê bi temamî ji bo rizgariyê têbikoşin. Êdî têkoşîneke çekdarî ji xwe tineye, têkoşîneke siyasî heye. Têkoşîna em ji vê kêliyê û pê ve dimeşînin, ji bo 200 hezar mirovên me yên di sala 2009'an de me ji dest dan e. Em ji bo 200 canên xwe edaletê dixwazin, ev daxwaza me jî tirsê dixe dilê hikûmeta Srî Lankayê. Mîna bombeyek li ber teqînê ye. Niha jî komkujî dewam dikin, bêhuqûqî dewam dikin. Ji ber ku êdî Neteweyên Yekbûyî û civaka navnetewî bi awayekî vekirî vê nîqaş dikin, hemû awir zîvirîn ser Srî Lankayê. Eger li qada navnetewî qirkirina li Tamîliyan bê naskirin, weke mînaka Bosna Hersek, mînaka Kosova, wê huqûqa navnetewî bikeve dewrê û mafê me yê veqetînê, rizgariyê wê derkeve holê.
- We gotin, bi baweriya ji civaka navnetewî re we şaşî kirine, lê niha hûn dîsa balê dikşînin ser heman deverê. Hûn hînê ji wan bawerin?
Na bêguman em jê ne bawerin. Lê belê ew neçarin bersivê bidin vê daxwazê. Ji ber ku ji xwe em endamekî Neteweyên Yekbûyî ne.
WER XUYAYE NIHA BI TENÊ ALIYEK GAVÊ DIAVÊJE
-Bêguman hûn pirsgirêka Kurd dişopînin, hûn pêvajoya dawî ya çareseriyê çawa dinirxînin?
Eger pêvajoyeke aştiyê wê hebe, divê her du alî gavan biavêjin. Eger Ocalan ji bo aştiyê gavan diavêje, lê aliyê din serî li taktîkên sergerandinê dide, ev pêvajo nameşe. Niha wer xuyaye ku bi tenê ji aliyekî ve gav tên avêtin. Ez vê dibêjin, ji ber heman tişt hat serê me jî.
- Ezmûnên we yên di vî warî de çawa bûn?
Eger Tirkiye bi Ocalan re hevdîtinê dike, divê destûr ji destwerdana navnetewî re neyê dayîn. Şaşiya me ya herî mezin; baweriya bi civaka navnetewî bû. Me gelekî ji Norwêciyan bawer kirin. Me gotin, ewê alîkariyê bidin me. Ji ber ku di pêvajoya agirbestê de Norwêcê ji aliyê pere ve gelek alîkarî da me. Me jî gotin ew dixwazin alî me bikin. Lê ne werê bû. Norwêc weke birayê biçûk ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye û rêya navbera Fîlîstîn û Îsraîlê ya diçû Camp Davidê, ji Oslo derbas bû. Li gel me jî, hevdîtinên aştiyê yên navbera salên 2002-2006'an ên bi pêşengiya Norwêcê, li Osloyê destpê kir. Li Taylandê, Cenevreyê hevdîtin hatin kirin. Lê belê di demeke kurt de hat dîtin ku ev xefikek DYE ye. Ji ber ku ji aliyekî ve danûstandinên aştiyê dewam dikir, ji aliyê din ve jî DYE artêşa Srî Lankayê perwerde dikir û mutefîkên wan Îsraîl, Pakîstan û Ûkrayna jî çek difirotin artêşa Srî Lankayê. Ji aliyê din ve jî rojnameyên biyanî propaganda dikirin ku kampên Pilingên Tamîlê hêdî hêdî xwe bi çek dikin. Halbûkî rewş berovacî bû. Her çend destpêkê hay jê çê nebû jî, dûre bêhna dek û dolaban hat û di sala 2006'an de danûstandinên aştiyê bi dawî bûn.
DIVÊ NEYÊ JI BÎRKIRIN KU ALIYÊ HEMBER, BI DYE VE GIRÊDAYÎ YE
- Li gorî van ezmûnên xwe, hûn çi pêşniyar dikin?
Ti carî divê ji sedî sed bawerî nebe. Û divê bûyerên di paşerojê de hatin jiyîn jî neyên jibîrkirin. Ewçend komkujî hatine jiyîn. Bi hezaran Kurd hatine kuştin. Divê ciwan hişyar bin û hîn bêtir rolê bigirin ser milê xwe. Divê ji danûstandinan re dem bê naskirin, lê ti carî neyê ji bîrkirin ku yê li hember, endamê NATO'yê ye û bi DYE ve girêdayî ye. Gelo bi dîtina we, DYE wê ji bo pêvajoya aştiyê zextê li Tirkiyê bike? Bêguman wê neke. PKK ji kevneşopiyeke Marksîst Lenînîst tê, lewma ji aliyê sîstema emperyalîst û kapîtalîst ve nayê hezkirin. Dema peymanên di wan danûstandinan de bên morkirin, divê gelekî bi dîqet bin. Ev yek gaveke baş e, ji ber êdî li gelek welatan dest ji têkoşîna çekdarî hatiye berdan û gavên li Tirkiyê ji bo vê pêvajoyê hatine avêtin, gelekî girîng dibînim. Em bêjin li vê derê çareserî hat dîtin, lê divê Kurdên li parçeyên din neyên jibîrkirin, li wan jî bifikirin. Eger tu sibê li dora maseya danûstandinê, bêyî li van bifikire tişta hikûmet bide te qebûl bike, hingî gel wê te biterikîne. Ocalan ne nezane û eger rêveçûna danûstandinan nepejirîne, wê yekser rawestîne. Ez beriya her tiştî, ji Ocalan bawer im. Pê piştrast im. Divê bawerî pê hebe û bêyî berdêlên gel daye were jibîrkirin berxwedan bê dayîn.
- Li Rojavayê Kurdistanê Kurdan kontrol xistin destê xwe. Hûn vê çawa dinirxînin?
Ev destpêkeke gelekî baş e. Divê ev li Îranê jî deng vede. Lê weke min got, divê gelekî bi dîqet tevbigerin. Pêwîste neyê dîtin ku her tişt hatiye qezençkirin. Ji ber ku, divê neyê ji bîrkirin Tirkiye mutefîkê DYE ye. Gelo mutefîkê Kurdan kî ye? Ji ber vê yekê divê tedbîr du caran were stendin.
- Dibêjin wê di demeke nêz de Tamîlî careke din rahêjin çekan. Hûn li tiştekî weha difikirin?
Na, niha rewşeke bi vî rengî tineye. Em têkoşîna demokratîk dewam dikin û bêguman bi hêza xwe li ber xwe didin. Lê ev gotin ne rast e. Niha tiştekî bi vî rengî tineye.