Şefê Exxo ya Mezin a enerjiyê ya DYA’yê Rex Tîllerson ku ji bo lihevkirina pertola Iraqê bi hikûmeta Bexdayê re di nav bazarê de ye bi serokê rêvberiya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.
Li gorî daxuyaniya ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê hatiye kirin Barzanî û Tîllerman di mijara faliyetên nava welat ya şîrketa Exxon hatine cem hev. Di daxuyaniyê de di derbarê kite kitên hevdîtinê agahî nehat dayîn. Hate hînbûn ku, hevdîtin roja Sêşemê li bajarê Dawos ya Swîsreyê pêk hatiye.
Tîllermanî rojek beriya hevdîtina xwe ya bi Barzanîn re bi Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî re hatibû cem hev û di mijara meşandina faliyetên li Başûrê Kurdistanê ku bêyî ku peyaman Petrola Başûrê Kurdistanê bê betalkirin, li hev kiribûn.
Exxnon ku ketiye îhaleyên kar û bar û lêgerîna Petrolê ya Başûrê Kurdistanê, ji meha Cotmehê ya 2011’an de bi hikûmeta Bexdayê re di nav aloziyê de ye. Şîrketê sala borî ji bo berdewamiya peymana Başûrê Kurdistanê xwestibû para xwe ya hewzaya Kurnaya Rojava ya li Başûrê Welat bifroşe. Lê ev hewldan bi nermbûna pozîsyona Bexdayê rawestiyabû.
Piştî hevdîtinên Exxon tê payîn ku di mijara rawestandina faliyetên xwe yên Başûrê Kurdistanê de biryarê bide.
Exxon li cîhanê yekemîn şîrketa herî mezin ya ku bi îdareya Başûrê Kurdistanê re peyman îmze kiribû. Ji 2011’an de peymana ku hatibû kirin deng dabû.