Tevî hemû astengiyan panela bi mijara Ocalan hate lidarxistin

Tevî hemû astengî û biryara betalkirina panela YXK/JXK’ê ya bi mijara ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Zanîngeha Hannoverê hate lidarxistin. Ciwanan li hemberî vê hewldanên qedexeker bi dirûşman êrîş protesto kirin.

Polîtîkayên faşîst ên zanîngeha Hannoverê her ku diçe zêdetir dibe. Berî mehekê xwendekarên Kurd xwestin paraznameya yekemîn ya Rêber APO bixwînin. Rêveveriya zaningehê ev yek qebûl nekir. Ev yek jî hevkariya dewleta Elman û Tirk dîsa diyar dike. Dema ku duh YXK xwetin bi panelekê li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Konfederalîzma Demokratîk nîqaş bikin, polîsên Elman rê nedan û ketin salona panelê.

PANELA,’ABDULLAH OCALAN KÎ YE?‘ Jİ HÊLA RÊVEBERIYA ZANINGEHÊ VE HATE ASTENGKİRİN

Ji bo ku YXK û JXK panelê pêk bîne, serî li rêveberiya zanîngehê dabû. Roja Înê biryar hate dayîn ku rêveberiya zanîngehê panel betal kiriye. Li ser berxwedan û çalakiyên YXK’ê rêveberê zanîngehê Volker Epplîng wiha got: “Ji bo panela bi mijara ‘Abdullah Ocalan kî ye?’ em cih nadin YXK’ê. Abdullah Ocalan Serokê PKK’ê ye. Parlemento PKK’ê weke rêxistinekî terorê dibîne.”

DI PÊKANÎNA PANELÊ DE BIBIRYAR BÛN

Ciwan di pêknanîna panelê de bi biryar bûn. Her wiha bi çalakî û rêbazên cuda nêzîkatiya dewletê û rêveberiyê ya pênaseya ‘terorê’ şermezar û rexne kir. Dema ku panel destpê kir polîsên Elman ketin salona panelê û panel asteng kirin. Li hemberî vê YXK û ciwan ev hewldan protesto kirin û wiha gotin: “Me xwest em panela xwe lidar bixin. Lê polîsên Elman rê nedan ku ciwanên derve bikevin hundir. Her ku çalakiya me xurt bû hejmara polîsan jî zêde bû. Li ser vê polîsên bi çek ketin hundir.”

POLÎSÊN ELMAN GEF LI AXAFTVANAN KIRIN

Li ser vê mudaxeleya tund ciwanan hewl dan ji derve panelê pêk bîne. Lê li vir jî polîsan mudaxele kir û panel asteng kirin. Li vir axaftvanên panelê hatin tehdîtkirin. Rêveberê polîsan biryara girtina axaftvanan da. Dema ku polîsan mudaxele kirin, ciwanan jî dest bi çalakiya protestoyê kirin. Ciwan ji bo xweparastin û parastina axaftvanan derketin derve û çalakiya xwe ya protestoyê li derve domandin. Ciwanan li pêşiya zanîngehê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” qîr kirin, her wiha alên YXK,JXK û HPG’ê bilind kirin.

Her wiha ciwanan ku hatin pêşiya zanîngehê bi guleyên hewayî sala 40’an a PKK’ê pîroz kirin û hewldana rêveberiya zanîngehê û polîsan jî protestokirin.

TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN PANEL HATE LIDARXISTIN

Ji bo panel pêk were ciwan berê xwe dan Navenda Civaka Kurd a Demokratîk. Li vir panela bi mijara Ocalan a 45 deqeyan pêk hat. Di dawiya panelê de bang li hemû ciwanan hate kirin ku tevlî meşa ciwanan a ku wê 2’yê Kanûnê li Stûttgartê bê lidarxistin bibin.

‘EV ÊRÎŞ SEDEMÊN XURTKIRINA ÇALAKIYA NE’

YXK’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got: “Carekî din rûyê dewletên mêtînger derket holê. Êrîşên li vir hate kirin ne ji yên Tirkan xirabtirbû. Ev êrîş û mudaxele carekî didin da nîşandan ku em ciwan divê li dijî qedexeya PKK’ê û azadiya Ocalan hê xurtir bikin.”