Tevî astengiyan jî parlamenter bi biryar in xwe bigihînin Cizîrê

Hêzên dewleta Tirk pêşî li Hevserokên HDP, KCD, DBP, wezîr û parlamenteran girtin û xwestin pêşî li meşa wan bigirin. Li ser vê yekê alozî-pevçûn derket. Heyetê da nav erdan û meşa xwe li nava erd dewam dike.

Polîs û leşkerên bi 10 wesayîtên zirxî û otobuseke mezin hatin, pêşî li Hevserokên HDP, KCD, DBP, wezîr û parlamenteran girtin û xwestin pêşî li meşa wan bigirin. Li ser vê yekê alozî-pevçûn derket. 

Heyeta ji HDP, KCD û DBP'ê, ji ber ku meşa wan a li ser rêya bejahî hat astengkirin, da nav erdan û di nava erdê asê de dimeşe.

Meşa parlamenteran dewam dike. Hêzên polîsan jî ji bo li nava erd pêşî li wan bigirin, ketin nava tevgerê.

Hêzên dewleta Tirk ji bo heyet negihêje Cizîrê ji çi destê wan tê dikin.