'Tevgera Gel a Serdemê' xwe ji bo 3'ê Sibatê amade dike

Nerazîbûna Kurdan û dostên wan a li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê zêde dibe. Çalakiyên ku ev 10 roj in ji Ewropa heta Awûstralyayê tên lidarxistin, wê 3'ê Sibatê li dehan bajaran bi meş û mîtîngan bidomin.

Dewleta Tirk û Erdogan ku 20'ê Çileyê dest bi êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê kirin, li pêşberî berxwedana şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) her têk diçin. Li gelek welatan jî Kurd û dostên wan bi çalakî û xwepêşandanan van êrîşên dagirkeriyê şermezar dikin.

Desteka ji bo parastina Efrînê ku weke 'Berxwedana Serdemê' tê binavkirin, roj bi roj zêde dibe. Kurdistanî, Tirkiyeyî, tevgerên çep, Elewî, Ermenî, Asûrî-Suryanî û gelê cuda, ev 10 roj in ji Japonyayê heta Awûstralyayê dadikevin qadan û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan şermezar dikin. Bi sed hezaran kes roja 27'ê Çileyê li Koln, Parîs, London, Bruksel û gelek bajarên cîhanê bi dirûşma "Her der berxwedan e, her der Efrîn e" daketin qadan û nerazîbûna xwe nîşan dan. Tê payin ku 3'ê Sibatê jî xwepêşandanên bi vî rengî werin lidarxistin.

TEVGERA GEL A SERDEMÊ

Bi pêşengiya tevgerên jinan ên di 'Platforma Xwedîderketina Efrînê' de cih digirin ku 54 rêxistin, partî û sazî di nav de hene, wê li Asya, Amerîka û Ewropayê xwepêşandan werin lidarxistin. Xwepêşandanên 3'ê Sibatê ku çav li rê ye weke 'Tevgera Gel a Serdemê' cihê xwe di dîrokê de bigirin, li gel şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê wê berxwedana serdemê jî were silavkirin. Di çalakiyan de wê bêdengiya hêzên navneteweyî jî were şermezarkirin.

WÊ LI DEHAN BAJARAN ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN

Ji Japonyayê heta Awûstralyayê wê li dehan bajaran meş û xwepêşandanên ji bo xwedîderketina li Efrînê bên lidarxistin. Welat û bajarên ku çalakî lê bê lidarxistin wiha ne:

ELMANYA

Paytext Berlîn, bajarên Frankfûrt, Gîessen, Maînz, Stûttgart, Heîlbronn, Bodensee, Freîbûrg, Mannheîm, Nurnberg, Munchen, Ûlm, Dortmûnd, Dusseldorf, Hannover, Kassel, Sachsen, Hambûrg, Bremen, Oldenbûrg û Salzgîtter.

FRANSA

Paytext Parîs, bajarên Rennes, Bordeaûx, Lyon, Strasboûrg û Marsîlya.

SWÊD

Paytext Stockholm û bajarê Goteborgê.

AWÛSTÛRYA

Paytext Viyana û bajarên Lînz, Tîrl û Graz.

ÎNGLÎSTAN

Paytext London

WELATÊN DIN

Galler, Skoçya, Îrlanda, Norwêc, Fînlandiya, Danîmarka, Belçîka, Hollanda, Îtalya, Japonya, Kanada û Awûstralya.