Tevgera Ciwanên Şoreşger: Wê çalakiyên me bidomin!

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên biryara qedexeya çalakiya ji bo azadiya Ocalan a ji aliyê dewleta Fransa ve hatî girtin şermezar kir, ragihand ku wê hemû mafên xwe yên demokratîk bikar bînin û çalakiyên xwe bidomînin.

Çalakiya bi dirûşma ‘Azadiya Rêberê me azadiya me ye’ ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya DMME û CPT’ê ya li bajarê Strasboûrg a Fransayê hate kirin, ji aliyê dewleta Fransayê ve hate qedexekirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên ku îro li bendê bûn ku çalakiyê dewir bigirin, bi daxuyaniyeke ya çapmeniyê biryar şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Em îro ji bo protestokirina saziyên navdewletî yên ku rola wan di tecrîd û komploya navdewletî ya li ser Rêberê me hatî kirin li Strasboûrgê bikin kom bûne. Lê dewleta Fransa ya di komployê de xwedî rol ku îro ji ciwanên Kurd ditirse tenê pêkanîne taybet ji bo me hatî amadekirin xiste meryetê. Bi vê biryarê mafê me yê demokratîk tê binpêkirin. Fransa komployê dewam dike. Sibe wê Erdogan bê Strasboûrg ji bo wê çalakî qedexe kiriye. Em vê baş dizanin ku ev hêzên navdewletî ti demê ne bûne alîgirên gelan, her demê ji bo berjewendiyên xwe yên kapitalîst tevger kirine, zilm li gel dikin. Em Tevgerên Ciwanên Şoreşger vê şermezar dikin.

Fransa îro qanûneke ya Rewşa Awarte derxistiye. Ev biryar li ser daxwaza dewleta faşîst a Tirk hatiye girtin. Tevgera Ciwanên Şoreşger tevgerekî ku li hemû Ewropa xwe rêxistin kiriye. Em carekî din soz didin gelê xwe em ê xwedî li Rêbertiya xwe deketin, bi çalakiyên hê xurtir, heta dawî mafê xwe biparêzin. Biryara li lûtkeya çar alî ya li Stenbol hatî girtin, biryara tinekirina gelê Kurd e. Dîsa me dibînin ku Amerîkaya emparyalîst di nava vê biryarê de ye. Em Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî hemû êrîşên faşîs heta dawî mafê xwe yê demokratîk bikar bînin û çalakiyên xwe bidomînin.”