Koma Tevgera Îslamiya Kurdistanê li parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser mijara aktîfkirina parlamentoyê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku tevlî rûniştina parlamentoyê nabin.
Di daxuyaniya Tevgera Îslamî de wiha hat gotin: “Her ji destpêkê ve ji bo bidawîhatina tevahî krîzên li Kurdistanê li gel wê bûn ku bi yekdengiya niştîmanî parlamento bê aktîfkirin. Li ser vê nêrîna hemû alî û koman bê girtin. Belê mixabin li ser vê mijarê ti pirsek bi me nehatiye kirin û nêrîna me nehatiye girtin. Bernameya aktîfkirina parlamentoyê tenê ji aliyê du koman ve hatiye danîn û me li ser çapemeniyê dît.Helwesta me ya li ser serbixweyiya Kurdistanê zelal e. Em piştgirî dikin. Di vê oxirê de me berdêl dane. Niha jî amadene berdêl bidin. Serketina vê proseyê bi yekdengiya niştîmanî heye.”