TEV-DEM, FEDA û AKEE komkujiya Enqereyê protesto kirin

Li hember komkujiya Enqereyê nerazîbûn didomin. TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de got ku berpirsyarê sereke yê komkujiyê AKP ye. FEDA jî got: “Em qatilan nas dikin”. AKEE jî komkujî protesto kir.

Li hember komkujiya Enqereyê nerazîbûn didomin. TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de got ku berpirsyarê sereke yê komkujiyê AKP ye. FEDA jî got:  “Em qatilan nas dikin”.  AKEE jî komkujî protesto kir.

TEV-DEM: BERPIRSYARÊ KOMKUJIYÊ AKP YE

TEV-DEM’ê diyar kir ku şerê hikûmeta Tirkiyeyê îlan kiriye li dijî hewldanên aştiyane ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hêzên demokrasîxwaz e. Di encama siyasetên hikûmetê de ev tevlîhevî û komkujî li Enqereyê rû dane. Rastiyên ku derdikevin holê jî asta dijminahiya AKP’ê bi gelê Kurd re nîşan dide.

Di çarçoveya helwestên şermezarkirina kujerên komkujiya paytexta Tirkiyeyê Enqere de ku di encamê de bêhtirî 128 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi bêhtirî 500 welatiyên din jî birîndar bûne, Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Dîsa welatiyên aştî û demokrasîxwaz ji aliyê hêzên dijberî aştiyê rastî êrîşî û komkujiyên herî hov tên û vê carê jî li paytexta Tirkiyeyê Enqere. Komkujiyên li bajarê Amedê, Pirsûsê û niha li Enqere heman şêwaz hatiye bikaranîn. Ev yek jî diyar dike ku aliyên ev komkujî pêk anîne, heman aliyên ku dijminahiya aştî, biratiya gelan û pêkanîna demokrasiyeke rasteqîn dikin in.

Rastiyên ku derketine holê rola AKP’ê di van komkujiyan de ku hê jî dijminahiya gelê Kurd û hêzên demokrasîxwaz dike, aşkera ye. Êrîşên polîsan li dijî welatiyên ku hewl didan birîndaran ji qada komkujiyê derbixin, nîşana vê yekê ye.

Ev şerê ku hikûmeta Tirkiyeyê îlan kiriye li dijî hewldanên aştiyane ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hêzên demokrasîxwaz in. Di encamê de ev tevlîhevî û komkujî rû didin. Berpirsyariyê yekemîn ji vê komkujiya ku li Enqereyê rû daye jî hikûmeta Tirkiyeyê ye.

Em wekî endamên TEV-DEM’ê piştgiriya xwe di asta herî jor de bi aştîxwazên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re dikin. Em dibêjin ku pêwîste li hemberî van kiryarên hovane divê hevgirtin ji bo pêkanîna azadî, aştî û demokrasiyê li tevayî herêmê bê xurtkirin û asta têkoşînê jî bê bilindkirin.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan, gelê Kurd, biratî û HDP’ê re dixwazin û şifaya lezgîn ji birîndaran re hêvî dikin.”

FEDA: EM VAN QATILAN NAS DIKIN

Federasyona Demokratîk a Elewiyan a Ewropayê (FEDA) ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî ji bi birîndaran şîfa xwest got: “Em vê vê komkujiya hov, nemerd û barbar û gladyoya Qesrê û AKP’ê ya ev komkujî plan kiriye bi nefret û tundî protesto dikin. Em ê hesabpirsîna vê bidomînin.”

Em van keriyên hov û nemerd ne niha nas dikin. Ji dîrokê ve ji dema barbariya li hember Huseyînê ji sembolên Kerbela ye nas dikin. Em Erdogan û AKP’a wî ya partiya çete yê bi zîhniyeta Yezîd û bi kincê Muaviye pir baş nas dikin.”

AKEE: AŞTÎ Û PÊŞEROJA TIRKIYE HATIYE QETILKIRIN

Yekîtiya Karsazên Kurd a Ewropa (AKEE) jî di daxuyaniya xwe de got: “Berpirsyarên rastî yên van komkujiyên ku berî niha li Amed û Pirsûsê pêk hatin, kesên ev komkujî kirin meriyetê û a wan dernaxe holê dewlet e.”