TEV-DEM’ê rejîm û komên çekdar hişyar kirin
TEV-DEM’ê rejîm û komên çekdar hişyar kirin
TEV-DEM’ê rejîm û komên çekdar hişyar kirin
TEV-DEM’ê êrîşên li hemberî taxên kurdan ên li Helebê şermezar kirin û ji rejîmê xwest ku dest ji vê polîtîkaya xwe berde. Her wiha ji komên çekdar jî hate xwestin ku ji taxê derkevin. TEV-DEM’ê bang li gelê Kurd jî kir ku xwedî li gelê Şêxmeqsûd derkevin.
Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) debarê siyaseta ku rejîma Baas li bajarê Helebê dide meşandin û taxên kurdan kirine cihê pevçûnên bi komên çekdar re de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, di encama pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de sivîlan zirar dîtiye û hate gotin ku hêzên muxalefetê yên îdîaya parastina sivîlan dikin jî bi pêkanînên xwe sivîlan naparêzin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev yek jî rê li ber kuştina sivîlan, wêraniyê û koçberiyê vedike.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, di encama pevçûn û topbaranên 3 rojên dawî de 15 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan jî birîndar bûne, her wiha bi hezaran malbatan piranî berê xwe dane Efrînê.
Di daxuyaniyê de êrîşa rejîmê ya li ser sivîlan hate şermezarkirin û bang li rejîma Baasê hate kirin ku dest ji van pêkanînên xwe berde. Di daxuyaniyê de her wiha ji komên çekdar hate xwestin ku ji Taxa Şêxmeqsûd derketin û ji gel jî hate xwestin ku tedbîrên xwe bigire.
Li hemberî îdîayên wekî “gel bê bawer bûye” jî di daxuyaniyê de nerazîbûn hate nîşandan û hate gotin ku, ev îdia nerastin. Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê heta yek sivîl jî li taxê hebe wê parastinê bike û wiha hat gotin: “Bila gelê me ku guh nede gotegotan. Em dê heta dawiyê li kêleka gelê xwe bin. Bila hemû gelê Kurd destê alîkariyê dirêjî gelê Şêxmeqsûd bike.”