TEV-DEM’ê bi Erebên gundê Etşan re civîn li dar xist
TEV-DEM’ê bi Erebên gundê Etşan re civîn li dar xist
TEV-DEM’ê bi Erebên gundê Etşan re civîn li dar xist
Li gundê Etşan ê Çilaxa di navbera rûspiyên gund û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de civînek hate lidarxistin. Di civînê de biryarên girîng hatin girtin û YPG wek hêza rewa ya parastina herêmê hate pejirandin.
Li gundê Etşan ê Rojavayê Çilaxa di navbera rûspiyên gund û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de civînek hate lidarxistin. Di civînê de êrîşên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/ Eniya El-Nusra yên li dijî Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin û biryarên girîng hatin girtin. Di civînê de YPG wek hêza rewa ya parastina herêmê hate pejirandin.
Endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê PYD'ê Elî Şemo diyar kir ku di civînê de têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de, girîngiya parastina jiyana hevbeş û aştiyane hatine gotûbêjkirin.
Biryarên ku di civînê de hatine girtin wiha ne:
1- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek hêza parastinê ya rewa were pejirandin û hemû komên din werin redkirin.
2- Tu êl û eşîr xwedî li komên çete dernekeve.
3- Çi kiryarên leşkerî yên li dijî berjewendiyên gelên herêmê bin wê werin redkirin.
4- Têkilî bi hemû komên ku li dijî aştî û aramiya herêmê tevdigerin wê werin qutkirin.
5- YPG û hêzên Asayîşê ji parastina hemû welatiyên herêmê, mal, saziyên taybet û yên giştî û aramiya herêmê berpirsyar in.
6- Şêniyên gund ji bo parastina herêmê dikarin tevlî nava refên YPG'ê û Asayîşê bibin.