TEV-ÇAND Ewropa dagirkeriya Tirk şermezar kir

TEV-ÇAND Ewropayê bi daxuyaniyeke niviskî dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li partî, rewşenbîr û hunermendan kir ku tevbigerin.

TEV-ÇAND Ewropayê têkilî dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da, dagirkeriya Tirk şermezar kir û xwest ku partî, rêxistin, rewşenbîr tevbigerin.

TEV-ÇAND'ê bal kişande ser Komploya Navnetewî ya 9'ê Cotmeha 1998'an, diyar kir bi vê, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye xwestin ku Tevgera Azadiyê were tasfiyekirin û pê re bi rehetî destwerdanê li Rojhilata Navîn bikin. TEV-ÇAND'ê got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmaya ku danî holê ev komplo pûç kiriye.

Têkilî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava di daxuyaniyê de hate gotin, armanc destkeftiyên gelê Kurd û hebûna Kurd e, armanc qirkirina çandê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em Tevgera Çand û Hunerê ya Ewropayê êrîşa dewleta Tirk şermezar dikin û bang li hemû partî, rêxistin, rewşenbîr û hunermendan dikin ku tevbigerin.''