Terora polîs û daraza Tirk a li ser ên ku hatin berdan didome

Kesên ku 9'ê Cotmehê bi operasyona bi navenda Amedê ya polîsên Tirk hatibûn destgîrkirin û hatibûn berdan, dîsa bûne hedefa operasyonê.

Ji 34'an derbarê 7 kesên ku 9'ê Cotmehê hatibûn girtin û piştre bi kontrola edlî hatibûn berdan, dîsa biryara girtinê hate standin. Hate diyarkirin li ser nerazîbûna Serdozgeriya Komarê ya Amedê biryara girtinê hatiye standin. Nerazîbûna li ser 25 kesên din ji hêla Dadgeriya Cezayê ya Silhê ya 4'an ve hate redkirin.

Ji 7 kesan 1 jê ku biryara girtinê li ser hatin standin, hate girtin, 6 kesên din jî di hedefa rejîmê de ne.

9'ê Cotmehê bi navenda Amedê li gelek bajaran operasyon hatibû kirin, 151 kes hatibûn destgîrkirin, ku ji van 60 jê jin bûn.