Terora dewletê li her derê ye: 2 mirî 13 birîndar

Terora dewletê li her derê ye: 2 mirî 13 birîndar

Li navçeya Misircê ya Sêrtê, di encama gulebarana li dijî xwepêşandana bi armanca protestokirina êrîşên DAIŞ’ê hate lidarxistin de, 2 kesan jiyana ji xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku rewşa birîndarekî jî giran e.

Li navçeya Misircê ya Sêrtê, bi hezaran kesên bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û desteka AKP’ê ya ji bo DAIŞ’ê, li ser Cadeya Diyarbakirê dest bi meşekê kir. Piştî êrîşa polîsên Tirk li navçeyê pevçûn dest pê kirin.

Di dema pevçûnan de, Şaredar Nevzat Karatay, endamên malbata wî û cerdevanan gule bi ser gel de reşandin. Di encamê de 2 zarok birîndar bûn. Di saetên danê êvarê de, dema girseyê karê belavbûnê dikir, careke din şaredarê AKP’yî tevî cerdevanan gule li girseyê reşandin û di encamê de 2 jê zarok, 3 jin, bi giştî 13 kes birîndar bûn.  Ji vana 4 li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û yên din jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê hatin dermankirin.

Ji birîndaran Y.Ç. (17) û kesê bi navê Mehdî Erdogan (35), li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dan.

 

Hate diyarkirin ku rewşa birîndarê bi navê Necmettîn Çelîk jî giran e.