BI DÎMEN

Terora dewleta Tirk a li Xerabê Bava li Ewropayê hat şermezarkirin

Li dijî operasyonên komkujiyê yên faşîzma AKP'ê li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê dimeşîne, li Ewropayê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin.

Li dijî operasyonên komkujiyê yên faşîzma AKP'ê li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê dimeşîne, li Ewropayê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û dostên wan ji bo dawî li dorpêçî û êrîşên dewleta Tirk ên li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê bê anîn, çalakî lidar xistin.

Li ser banga CDK-F, girseya gel saet di 18:00 de li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiya û li ber pankarta bi nivîsa "Dewleta Tirk li Kurdistanê komkujiyan dike" dest bi meşê kir. Di çalakiyê de dirûşmên "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan", "Kujer Erdogan", "Faşîst Tirkiye, hevkar Ewropa" hatin qîrîn.

Piştî ku girseya gel gihîşt ber Gare de l'Est, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûba Hezer axivî û got, "Heta ku Kurdên li Ewropayê sax bin, wê ev dîktatorî nikaribe bidome. Hewl didin tirs û xofê berdin dilê mirovan. Xwîna ku di oxira 'erê' de dirijînin, wê nikaribe wan rizgar bike. Ev du sal in em li ber xwe didin. Yên ku nikarin xwe li Rojava rabigirin, wê di dawiyê de têk biçin. Têkoşîna me têkoşîneke mafdar e. Em ji vê derê bang li hemû saziyên Ewropayê dikin: Li Tirkiyeyê hiqûq hatiye binpêkirin."

Hezer bibîr xist, ku parlamenteriya Hevseroka wan Fîgen Yuksekdag hatiye betalkirin û got, "Ti hukmê vê biryarê nîne. Yê ku ew şand parlamentê, gelê me ye. Yekane hêza ku karibe wê ji wir derxîne jî gelê me ye."

Piştre Hevserokê CDK-F Vedat Bîngol û Hevberdevkê HDK-Fransayê Îbrahîm Seydo Aydogan axivîn. Qisekeran gotin, "Rejîma AKP a faşîst dixwazin mîna Cizîr û Sûrê li gundê Xerabê Bava bike. Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, divê xwedî li gundê Xerabê Bava derkevin."

MARSÎLYA

Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê dijîn, terora dewleta Tirk a li Xerabê Bava bi mîtîngekê şermezar kirin.

Kurdistanî danê êvarê li meydana Canebîere li hev civiyan û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin şermezar kirin. Di mîtîngê de dirûşmên "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn û hat destnîşankirin, ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan ên Fransayî, li meydana Klêberê çalakiyek pêk anîn.

Bi qasî sed kes tevlî çalakiyê bûn. Endamên Partiya Ewropa ya Kesk û Ekolojiyê (EELV) û endamên Komeleya Dostaniya bi Kurdan re li vir axivîn. Qisekeran bêdengiya welatên Ewropayê bi taybetî Fransayê ya li pêşberî faşîzma Erdogan, bi tundî şermezar kirin.

Piştre li ser komkujiyê daxuyaniyek hat xwendin û ji welatên Ewropayê hat xwestin, desteka xwe ya ji bo Tirkiyeyê bibirin.

Nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Fayik Yagizay jî li vir axivî û bang li Ewropayê kir ku xwedî li nirxên xwe derkeve.

HAMBÛRG

Dorpêçî û êrîşên ev 12 roj in li gundê Xerabê Bava ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hat şermezarkirin.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hambûrgê, girseya gel li Mockebergstrasseyê li hev civiya û bi qîrîna dirûşma "Kujer Erdogan" hovîtiya li gundê Xerabê Bava şermezar kir.

Parlamenterê Partiya Çep ê Hambûrgê Martîn Dolzer li vir axivî û ji hikûmeta Elman xwest, di mijara polîtîkaya ewlekarî û leşkerî de desteka xwe ya ji bo rejîma faşîst a li Tirkiyeyê bibire.

Di dema çalakiyê de faşîstekî hewl da provokasyonê bike, lê pêşî lê hat girtin.

ARNHEÎM

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, bi qasî 200 Kurdistanî û dostên wan, hovîtiya li gundê Xerabê Bava şermezar kirin.

Siyasetmedarê Kurd Firat Gimgim li vir aivî û destnîşan kir, ku ew ê hesabê komkujiyên ji aliyê çeteyên AKP'ê ve tên kirin, bipirsin. Gigim got, "Gelê Kurd xwedî wê hêzê ye ku faşîzma AKP'ê têk bibe. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin."

Piştî axaftinan, daxuyaniyek hat xwendin û çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.