Terora AKP'ê li bajarê Goteborgê bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Goteborgê dijîn, bang li Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê kirin, ku li hemberî wehşeta dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Goteborgê dijîn, rojên Şemî û Yekşemê çalakiyên rûniştinê lidar xistin, êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd ên li Sûr, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Bakur şermezar kirin, bang li Yekîtiya Ewrropa û hikûmeta Swêdê kirin ku li dijî wehşeta dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê, rojên Şemî û Yekşemê, li mezintirîn navenda bazarê ya Skandînavyayê Femmanê, Kurdistaniyan saet di navbera 12:00-14:00 de çalakiya rûniştinê pêk anîn. Kurdistaniyan pankartên li ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî berxwedana xwerêveberiyan, alên PKK, KCK, PJAK, PYD, YPG û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.

Kurdistaniyan der barê êrîş û komkujiyên li Kurdistanê de belavok belav kirin û di daxuyaniya li vê derê de hat xwestin ku êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd tavilê werin sekinandin.

Di çalakiyê de her wiha helwesta Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê ya li hemberî komkujiyên li Kurdistanê bêdeng in, hat şermezarkirin û bang li rêxistinên civakî yên sivîl û gelê Swêdê hat kirin ku li hemberî komkujiyan piştgiriyê bidin gelê Kurd.

...