‘Tenduristiya Rêber Apo, tendirûstiya me ye’

Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) û Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) têkildarî tenduristî û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) û Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) têkildarî tenduristî û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan vir ve, her daîm ji nû ve xwe daye îspat kirin ku li ser hîmê paradîgmayê konferdalîzma demokratîk pê ve girêdahî azadiya jinê, tevgereke mirovahiyê û jinê ye. Ji lewra jî pergala modernîteya kapîtalîst bi tevahî netew-dewletan di serî de Tirkiyeyê li hev kiriye û di 15.2.1999’an de bi komploya navnetewî di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan xwest heqîqeta mirovahî bide îmhakirin. Çawa di wê kêliyê de gelê Kurd bi pêşengtiya jinê bi berxwedaniya xwe vê komploya vala derxist û di serî de têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan komplo pûç kiriye û destkeftiyên mezin di asta gerdûnî de bi dest xistiye, di vê pêvajoya awarte de jî wê bi pêşengtiya jina Kurd têkoşîn heyanî ewlekirina jiyana Rêber Abdullah Ocalan di asta bilind de bê meşandin.

Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rasterast bi felsefeya me ya Civaka Êzîdî ve girêdayî ye. Li Şengalê piştî hewldanên çeteyên navnetewî jina Êzîdî li ser hîmê xwebûna xwe, jiyaneke nû diafirîne û di her warî de xwe diparêze, xwe bi rêxistin dike û xwe bi rê ve dibe. Bêguman binketina û şikandina vîna dagirkeran ku ji her aliyê Kurdistanê ve hate meşandin, hêrsa dijmin zêdetir kiriye. Vêcar bi êrîşkirina Kerkûkê dubare hewl didin pergala xwe ya dijmirovahî û dijminane bi ser bixînin. Di van kêliyan de rastiya yekîtiya neteweyî û xwedîderketina nirxên jinê û neteweyî li Kurdistanê û dervayî welat berxwedaniyek destanî tê jiyîn. Ne gengaz e ku bi tu êrîşekê vê komploya navnetewî bi encam bikin.

Divê bê zanîn ku pîvana me ya bilindkirina tekoşînê û bi destxistina serkeftinê ne êrîşên dijmin in, ne jî nûçeyên pûç û vala yên derbarê jiyana Rêber Abdullah Ocalan e. Pîvana me Azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Ji lewra jî ji her demê bêhtir em bang li civaka xwe ya Êzîdî dikin û di serî de jin û ciwanên Êzîdî dikin ku xwedî li nirxên xwe derbikevin û li tevahî qadên tekoşînê vîna xwe ya azadiyê bidin parastin û mezin bikin.

Wek Koordînasyona SMJÊ em ê bi plansaziyeke xurt di warê dîplomasiyê û civakî de tevlî bangawaziya TJK-E û YJK-E’yê bibin û bi taybetî beşdarî tûra otobûsa pirtûkxaneya Rêber Abdullah Ocalan bibin.

Ji ber ku tenduristî û jiyana Rêber Abdullah Ocalan, tenduristî û jiyana civaka Êzidî ye.”