Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî li Kongreya 4'an a ESP'ê ya li Enqerê axivî. Bal kişande ser hilbijartinên 23'yê Hezîranê û 31'yê Adarê û got, ''Bi van hilbijartinan me îtîraza herî xurt çêkir. Me bersiva herî xweş da vê hişmendiya ku gelên Tirkiyê mehkûmî siyaseta rageşî dike. Me destwerdanek li siyasetê kir. Ev bersivek li siyaseta dubendiyê bû. Hewldana çêkirina Rêyan Sêyan bûn. Niha dema rêxistiniya vê ye. Li dijî hişmendiya tek reng rêxistiniya piraniyê, ji bo ku bi hişmenidya siyasî ya piranî re bigihe hev, hewceyî bi têkoşînê heye. Em dikarin vê bikin.''
'PÊDIVÎ BI DESTEWARDENEKE SIYASÎ HEYE KU MEKANÎKA DARBEYÊ TASFIYE BIKE'
Temellî bi berdewamî got li dijî vê hişmendiya ku aqilê îtîhadî bi Destûra 1924'an reng dayê, di her konjonktrûa siyasî de ji nû ve xwe ava dike û mekanîka darbeyê kêm nake, pêdivî bi destwerdaneke siyasî heye ku vê mekanîka darbeyê tasfiye bike, jiyaneke azadîxwaz, wekhev û demokratîk ava bike.
Temellî got, ''Em destûreke demokratîk li ser zemîneke lihevkirinê, ji devereke ku hemû beşên civakê digihîne hev divê em dest bi pevajoya hondandina vê bikin. Ev, îtîrazeke li dijî hişmendiya yek reng. Ev îtîrazek e li dijî senteza Tirk-Îslamî ya ku ji Destûra 1924'an ve li ser me tê ferzkriin. Niha dema wê ye ku em rêxistiniya vê îtîrazê li kuçeyê, li taxê rêxistinî bikin.
Em bi vê bawer in. Divê em zemîna muzakereya destûra demokratîk ku, di Mutebeqata Dolmabahçayê de me çarçoweya wê daniye, Rêzdar Ocalan bi peyamên dawî dîsa watedar kiriye û banga wê kiriye, ava bikin.''
'EM DIXWAZIN SIYASETEKE BI DEMOKRASIYA XWECIH AVA BIKIN'
Temellî her wiha bal kişande ser 'reforma darazê'' ku hatibû rojevê û got, divê hemû beşên civakî, kedkar, avaniyên di nav siyaseta demokratîk de tevbigerin. Temellî got, ''Em dizanin bê ka ev desthilat ji reformê çi fêhm dike. Divê em têkoşîneke ku di nav hişmendiya van a reformê de asê namînin, azadiyê ji hemû hevrêyên me re dixswaze, dawî li siyaseta dubendîkirinê tîne, bi hemû beşên civakê re bidin.''
Temellî bi berdewamî got, ''Em dixwazin siyaseteke nû ava bikin ku bi demokrasiya xwecih hatiye qeyîmkirin, hemû gel bikaribin bi mafên xwe hebin. Heke pergala parlamenter wê bi hişmendiya berê xwe dubare bike li dijî vê îtîraza me heye. Em behsa pergaleke nû ya parlamenter dikin. Bi hişmendiyeke wiha nêz dibin bi demokrasiyeke xwecih hatiye qeyîmkirin, hurmetê dide hişmendiya ku gel çarenûsa xwe diyar dikin û qewlê wê dide ku hişmendiya xweseriya demokratîk li sazî û dezgehan pêk bîne. Ev ne tenê ji bo Tirkiye ji bo hemû Rojhilata Navîn ji bo gelan wê rê li aştiyê veke.''