Temellî: Yên ku krîz afirandin divê têkevin bin barê krîzê

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bal kişand ser krîza li Tirkiyeyê û got ku “Divê ji dêvila kedkar û karkeran, kesên ku ev krîz ava kirine, têkevin bin barê krîzê.”

Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sezaî Temellî û şandeya pêre, çûn serdana Sendîkaya Karkerên Xizmeta Giştî û Şaredariyên Tirkiyeyê (Belediye Îş) a girêdayî Turk-Îş’ê. Şandeya HDP’ê li navenda giştî ya Sendîkayê, ji aliyê Serokê Giştî yê Sendîkayê Nîhat Yûrdakûl ve hat pêşwazîkirin.

Temellî, di serdanê de axivî û got ku: “Li pêş me hilbijartinên herêmî hene, lê mixabin li Tirkiyeyê em bi pirsgirêkên cîddî re rû bi rû ye. Bi tayînkirina qeyûman re, di warê demokrasiyê de pirsgirêkên cîddî çêbûn. Li pêşiya me fersendek mezin heye. Bi hilbijartina herêmî re em dikarin welat ji vê şermê rizgar bikin. Ji bo me ev şerma demokrasiyê ye. Qeyûm tê wateya xespê. Bi qeyûman mafê kedkaran ji wan didizin.”

Temellî, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û wiha got: “Ji dêvila kedkar û karkeran, kesên ku ev krîz ava kirine divê barê vê krîzê hilgirin. Ji bo aştî û demokrasiyê divê em têkoşînek hevpar bi rê ve bibin. Divê em ji bo pirsgirêka gelê Kurd û pirsgirêkên kedkaran bi aqîl û vîneke hevpar çareseriyekê bibînin. Baweriya me bi vê yekê tê. Bi vê boneyê me xwest em vê mijarê bi we re binirxînin û em bibêjin heya dawiyê em ê piştgirî bidin têkoşîna kedkaran.”

Serokê Giştî yê Karê Şaredariyê Nîhat Yûrdakûl jî, keyfxweşiya xwe ya  ji bo serdana şandeya HDP’ê anî ziman û got: “Kesên di sendîkayê de cih digirin, divê eleqeyê nîşanî hemû pirsgirêkên welat bidin. Pirsgirêka sereke ya welat demokrasî û azadî ye. Îro hemû pêkhateyên welat di bin êrîşan de ne.”

 Hevdîtin dûre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.