Temellî: Werin em desthilatdariya gel ava bikin!

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî ji bo tifaqa demokrasiyê bang kir û got, "Werin em bi hev re desthilatdariya gel ava bikin."

Konferansên herêman ên HDP'ê ku di çarçoveya karên rêxistinbûnê de tên kirin, bi Konferansa Rêxistinbûnê ya Herêma Stenbolê didomin. Beriya konferansên herêmên Ege, Çûkûrova, Derya Reş, Anatoliya Navîn û Serhedê pêk hatibûn.

Konferansa li Stenbolê wê du rojan bidome. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî axaftina destpêkê ya konferansê kir.

Temellî bi bîr xist ku HDP ketiye sala xwe ya şeşan e û wan siyaseta Tirkiyeyê ji nû ve ava kirine.

Temellî bal kişand ser sîstema heyî ya hikumetê ku navê 'Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê' lê tê kirin û got, pirsgirêka heyî li şûna çareserkirina pirsgirêkan pirsgirêkan girantir dike.

Temellî destnîşan kir ku çareserî rizgariya ji sîstema heyî ye, pêkanîna demokrasiyê ye.

Sezaî Temellî stratejiya HDP'ê ya di referandûma destûra bingehîn, hilbijartinên 24'ê Hezîranê û 31'ê Adarê bi bîr xist û anî ziman, ku wan stratejiyeke xurt destnîşan kirine û got, "Diviyabû me mudaxele bikirana, me mudaxele kir. Me got, rewş dibe ku heta niha bi vî rengî be, lê nabe ku bi vî rengî bidome. Stratejiya me li dijî dijberbûyînê bû."

Temellî diyar kir, wan rêyeke sêyemîn destnîşan kirin û wan desthilatdariya AKP'ê rawestand.

Di mijara tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Temellî got, "Me got, divê tecrîd bi dawî bibe. Tecrîd hîn jî didome. Berxwedana Birêz Leyla Guven bêguman encamek afirand, lê belê tecrîd didome. Ji bo bidawîbûna tecrîdê pêwîstî bi têkoşîna edalet, demokrasî û aştiyê heye. Ji ber tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye."

Temellî di axaftina xwe de bang li hêzên demokrasiyê hemûyan kir û got, "Werin em di nava tifaqa demokrasiyê de li hev kom bibin û desthilatdariya gel bi hev re biafirînin. Lewma divê em konferansên xwe yên rêxistinbûnê ji çarçoveya rêxistiniya saziyî derxînin. Divê em bi aqlê polîtîk binirxînin û bikin ku civak tevlî vî karê rêxistinbûnê bibe, mudaxeleyî siyasetê bike. Ji ber vê yekê konferansê me wê rê li ber gaveke girîng vekin."