Temellî: Wê tifaqa gel AKP’ê bişîne ser sergo!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku 24’ê Hezîranê ew ê roja hesabpirsînê be û got, “Em 40 sal in di vê rêwîtiyê de amade ne.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartinê ya Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Mêrsînê tevlî civîna gel bû.

Temellî diyar kir ku 24’ê Hezîranê ew ê roja hesabpirsînê be û got, “Em 40 sal in di vê rêwîtiyê de amade ne.”

Temellî bal kişand ser polîtîkayên şer û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Ev ên şaşo maşo, bi polîtîkayên şer û gendeliyê li ser pêyan dimînin. Rêya domandina vî tiştî jî zext, şîddet û tecrîd e. Ji 5’ê Nîsana 2015’an û heta niha welat di bin tecrîdeke giran de ye. Lê beriya wê di Newroza 2013’an de peyamek hatibû xwendin û dihat diyar kirin ku ew ê dîroka sed salan a Tirkiyeyê were guherandin. Li hemberî vê peyama rêzdar Ocalan ji 5’ê Nîsana 2015’an tecrîdê didomînin. Di 24’ê Hezîranê de em ê vê tecrîdê bi dawî  bikin.”

‘DITIRSIN’

Temellî di dûmahîka axaftina xwe de got ku, “Efrîn talan kirin, siyaseta şer birin Efrînê. Lê ditirsin, ji ber vê jî dest û piyê wan ketiye hev. Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna demokrasiyê ye. Kesên li ser desthilatdariyê bi xwe naçin, divê gel wan biqewirîne. Em ê vî tiştî bikin. Em ê hêza xwe bikin yek û têkoşîna xwe geştir bikin. Wan hemû medya xistine destê xwe, roja 4 saetan li hemû tvyan propagandayeke reş dikin, dixwazin mirovan bixapînin. Heke ew di televîzyonan de bin, em jî li kolanan û qadan in. Divê em bi jin û kedkaran de tifaqa xwe çêbikin. Ew ê vê tifaqa me wan têk bibe.”