Temellî, Tirkiye vexwand pêvajoya çareseriyê

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di Konferansa Herêma Egeyê de axivî û got: “Em di 23’ê Hezîranê de bûn hêviyek. Me hêviya ku hemû gelê Tirkiyeyê li bendê bû da nîşandan û razber kir.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Kongre ya Tepekule ya Îzmîrê Konferansa Herêmê ya Egeyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê, Parlamenterên HDP’ê Murat Çepnî, Serpîl Kemalbay, Alîcan Onlu, endamên MYK û PM’ê, gellek kes ji Mugla, Aydin, Manîsa û gellek deverên din beşdarî konferansê bûn. Hevserok û rêveberên HDP’ê yên bajarên din û endamên HDP’ê amade bûn.

Hevserok Sezaî Temellî di konferansê de axivî û diyar kir ku hewldanên rêxistinkirinê yên HDP’ê xwedî hêza rêxistinek fikriyatekê ye û got: “Fikrek me xurt heye. Bi saya van fikrên me îro li Tirkiyeyê şopek hat hiştin. Em hemû civakê vedixwînin siyasetê. Em demokrasiya radîkal birêxistin dikin û civakî dikin.” 

Temellî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê desthilatdariyek xwedî ferasetek mafê siyasetkirina mirovan xesp dike heye û wiha got: “Diyare ku AKP bi vê feraseta xwe welat dibe ku. Tişta me di 23’ê Hezîranê de kir vê ferasete parçe kir. Hilbijartin tenê ji bo serokşaredariyek bû. Em di 23’ê Hezîranê de bûn hêvî. Me vê hêviyê da hemû gelê Tirkiyeyê ku li bendê bû. Li pey vê serkeftinê fikrê HDP’ê heye. Em bi feraseta xwe ya demokrasiyê siyaseta serdema pêşiya xwe diyar bikin. 23’ê Hezîranê viya da nîşandan. Îro dema em li gellek nîqaşan dinêrin, em vê pêdiviyê dibînin.” 

Temellî da zanîn ku tecrîda girankirî ji 5’ê Nîsana 2015’an de her roja ku diçe bi bêhiqûqiyekê ve didome û got: “Bi tundî bi ser gelê me ve hatin. Bajarên me xera kirin. 5 hezar hevalên me hatin girtin. Rojnameger, akademîsyen û liv î welatî her kesê aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin tecrîd kirin. Ji bo şikandina vê yekê pêngavek krîtîk bû. Di şexsê Leyla Guven de bi hezaran însan dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev berxwedan girîng bû. Lê li cihek rast mudaxelekirina siyasetê jî girîng bû û me viya bi ser xist. Me di 23’ê Hezîranê de li Tirkiyeyê div ê mijarê de hemû Tirkiyeyê rakir ser piya. Her çiqas ne bi me re bin jî me civakê ji bo zemîna demokrasiyê qanih kir.” 

Temellî anî ziman ku AKP û derdora xwe bi feraseta yekperest faşîzmê saz kirine û got: “Divê em bi şîara faşîzmê bişkînin vê pêvajoyê bihûnînin. Berevajî vê yekê nexwê dê faşîzm hemû welat hilde bin dorpêça xwe. Ji bo Sûriyeyê jî heman tişt derbasdar e. Divê em bi siyasetek nû li pêşiya yekê rawestin. Çimkî faşîzm dijminê însan e. Gelê kurd wê li dijî faşîmzê berxwedanek biryardar û domdar bidomîne. Hewldana rêxistinbûyîna me jî div î warî de gellek girîng e.”

Temellî da zanîn ku weke hinceta demokrasiya radîkal, dê feraseta muzakerevantiya birêxistinî bikin û wiha bilêv kir: “Ji bo vê feraseta me ya ji bo sibe, divê em gavan bavêjin. Encex bi vî awayî em karibin rêya xitimî ya Tirkiyeyê vekin. Birêz Ocalan ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê çareserî ava kirin. Em bi wî re bi axivin. Kirdeyên siyasetê yên îro divê vê înîsiyatîfê bigirin destê xwe. Divê me ji bo pirsgirêkên xwe yên hevpar, bi hev re çareseriyê ava bikin. Em hemû Tirkiyeyê dawetê têkoşîna li dijî faşîzmê û pêvajoya muzakereyê dikin.”

Temellî dest nîşan kir ku li ser esasê hemwelatiyên azad, pêdviya wan bi qanûna bingehîn heye û wiha pê de çû: “Mîna Mûtabakata Dolmabahçe li holê ye. Li ser esasê hemwelatiyên azad, divê em bi hev re hevpeymana civakî ava bikin. Îmralî jî balê dikişîne ser vê yekê. Çawan ku binê Mûtabakata Dolmabahçe xêz dike, em jî dikarin wê pêvajoyê carek din bi rêxistin bikin. Ji bo serketina vê yekê em ketin rê û em hemû kesî jî dawet dikin. Vê desthilatdariyê aştî tune hesiband. Ev texrîbatek mezin bû. Divê em hemû bi hevre vê texrîbatê derbas bikin. Lazime ku hemû partiyên di parlamentoyê de cih digirin, guh bidin HDP’ê. Bi cihêkirina HDP’ê, hûnê nekarin pêş bikevin. Hûn necarn hev bibinîn. Gelên Tirkiyeyê dixwazin parlamento di warî aştiya civakî de gavên şênber bavêje.”

Temellî daxuya kirin ku di hilbijartinê de dubendî kirin nava galan û wiha pê de çû: “Gelên Tirkiyeyê mehkûmê du qempan hatine kirin. Îro em encamên siyaseta dubendiyê dijîn. Îro tenê rêya sêyemîn bi rêve dibe HDP ye. Em weke HDP’ê Tirkiyeyê dawetî vê yekê dikin. Bi ruhê piştevahiya civakî, pêdivî bi qanûna bingehîn û aştiyê heye. Ji bo qanûna bingehîn a demokratîk, rizgariya ji serokatiyê û qanûna wekheviyê, divê gavê şênber bên avêtin.” 

Temellî ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê bang kir û wiha got: “Li dijî ferzkirinên faşîzmê, em bang li hemû civakê dikin ku bikevin nava tevgerê. Em dikarin têkoşîn û muzakereyê bi hev re bi ser bixin. Êdî dem dema em ramanên xwe yên bi hêz birêxistin bikin hatiye. HDP’ê îro 6 saliya xwe temem kir. Lê dîrokeke wê ya têkoşîna bi salan heye. Dîroka hevparên me û têkoşîna gelê Kurd heye. Ji ber vê em dikarin jiyanek nû bi rêxistin bikin. Ji ber fîkriyateke me ya wiha, gelek kes bi me re mijûl dibin. Hinek kes hene ku dibêjin dinava HDP’ê de cihêtî heye. Lê HDP bi hemû hevparên xwe re, dê meşa xwe dewam bike."

Piştî axaftina Temellî konferans ji çapemeniyê re girtî dewam kir.