Temellî: Tenê derdekî AKP'ê heye; tinekirina destketiyên Kurdan

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li ser bûyerên li Idlibê diqewimin got, "AKP diçe ber deriyê Rûsya û DYE'yê û hewl dide li ser piyan bimîne. Tenê derdekî xwe heye, ew jî tinekirina destketiyên Kurdan e."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di civîna asayî ya heftane ya partiya xwe de mijarên di rojevê de ne nirxand.

Temellî bal kişand ser serdana xwe ya navçeya Cizîrê û got: "Di 7'ê Sibata 2016'an de 189 însan li jêrzemînên Cizîrê hatin kuştin. Mixabin lêpirsîna kuştina 189 însanan nehat kirin. Hesabê vê yekê nehat pirsîn. Jixwe em ne li benda vê desthilatdariyê ne ku hesabê vê komkujiyê bipirse. Me wan cangoriyan ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin. Ez carek din li ber bîranîna cangoriyan bejna xwe ditewînim. Çima li wan jêrzemînan ev felaket qewimî, çimkî planek vê desthilatdariyê bû. Ev plan jî Plana Têkbirinê bû. Ev plan di 5'ê Nîsana 2015'an de bi girankirina tecrîdkirinê xistin meriyetê. Piştre jî komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê pêk hatin. Vê yekê wisa dewam kir û hat heta îro."

'DARBE LI SIYASETA DEMOKRATÎK KIRIN'

Temellî da zanîn ku desthilatdariyê bi planên xwe welat têk biriye û got: "Bêhiqûqî bi tecrîda girankirî dest pê kir. Êdî ev yekê kirine rewşek asayî. Li her deverê bêedaletî û bêhiqûqî heye. Hiqûqê û darazê têk birin. Bajaran dem û dûz kirin û têk birin. Destnedayîna parlamenteran rakirin û siyaseta demokratîk têk birin. Bi darbeya 4'ê Mijdara 2016'an darbeya herî mezin li siyaseta demokratîk dan. Bi tayînkirina qeyûman li vî welatî aştiya civakî têk birin. Dema em radibin û lê dinêrin dibînin ku ev welat ji ber destê vê desthilatdariyê ketiye çi halî. Mînaka qeyûman li navçeya me Hezexê baş tê dîtin. Li aliyekî fermandarê jendemreyan û li aliyekî jî amirê emniyetê. Vaye wêneyê Tirkiyê ev e. Hûn nikarin wêneyek wiha di sepanên darbeya 12'ê Îlonê de bibînin. Rastiya ku welat gihîştiye ev e. Serketina Plana Têkbirinê ev e. Li vî welatî li ser navê siyaseta demokratîk tiştek nemaye. Tiştek li ser navê aştiya civakî nemaye."

'CERDEVANIYÊ LI KOLANAN BI CIH DIKIN'

Temellî pergala ku hikumet dixwaze ava bike wek “pergala zordest” pênase kir û wiha domand: “Mekanîzmayên tundiyê didomin. Rabûne rayeya notirvanan mezin dikin. Desthilatdarî dixwaze tevahiya welat bixe bin kontrola xwe. Bi qanûna notirvanan dixawze vê bixin meriyetê. Wek pergala cerdevaniyê ya li Kurdistanê îro jî bi qanûna notirvanan cerdevanan li kolanan û kuçeyan bicih dikin. Dixwazin civakê û welat terorîze bikin. Em di nava kabûsek bê dawî de ne. Sedemê vê kabûsê desthilatdarî bi xwe ye."

'DERDÊ WAN TENÊ EW E KU DESTKETIYÊN KURDAN TÊK BIBIN'

Temellî bal kişand ser polîtîkaya derve ya Tirkiyê, hikumetê rexne kir û got, "Dema îro em li Idlibê dinêrin wêneyê herî dawî yê hemû meseleyan di Idlibê de xwe nîşan dide. Nizanin çi dikin. Ji polîtîkayê û pergala cîhanê ne haydar e. Ev desthilatdarî dixwaze di nava emperyalan de berjwendiyên xwe dabîn bike. Tişta em jê re dibêjin polîtîkaya Sûriyê ev yek e. Dixwaze xwe li ser vê bide rûniştandin. Rojek li deriyê Rûsya û rojek jî li deriyê Amerîka dixe. Desthilatdarî dixwaze xwe bi aloziyê têr bike û li ser pêya bigire. Derdê wan tenê ew e ku destketiyên Kurdan tune bikin. Derdê wan tenê ew e ku dijminahiya Kurdan zindî bihêlin û derdê wan tenê ew e ku koka destketiyên demokratîk ên gelên herêmê bînin. Vaye bi vê zîhniyetê Rojhilata Navîn veguherandine qada şewatê û şer. Bi bîdonên destê xwe dibezin vemirandina agir. Xelasî û çareseriya vî welatî bi desthilatdariyeke din mimkin e."

Temellî bal kişand zext û nêzîkatiyên li hember zimanê kurdî û wiha got: “Belê em behsa bîrekê dikin. Em behsa polîtîkayên li ser Kurdan tên sepandin dikin. Di esasê xwe de yek ji nêzîkatî û ferasetên zîhniyeta asîmîlasyonê ya 100 salî jî ew e ku tehamulî Kurdî nakin. Nêzîkatiya li hember kurdî tabloya herî diyarker derdixe pêşiya me. Zimanê bi milyonan mirovî Kurdî ye. Tenê li Tirkiyê 25 milyon Kurd hene û zimanê wan Kurdî ye. Dema em li tevahiya herêmê dinêrin, 50 milyon Kurd hene. Aqilê em jê re dibêjin ittihatkar ev aqil e. Di serdema qeyûmên wan de hemû nêzîkatiya xwe li dijî Kurd û ziman û çanda Kurdî dan nîşandan. Tişta ku aştiya civakî zindî dihêle û li ser pêya digire, bêguman hemû nasnameyên cuda ne ku dikaribin bi ziman û çanda xwe bijîn. Berevajî vê yekê ne mimkin e ku em dikaribin aştiya civakî ava bikin. Çimkî desthilatdariyek ku zimanê Kurdan tune dike heye. Divê êdî em ji vê desthilatdariyê rizgar bibin. Heke em ji vê desthilatdariyê xelas nebin, vî welatî ku baxçeyê zimanan e, beyar bihêle û veguherîne çolek ziwa.

XWERANEGIRTINA LI KURDÎ

Demek li vî welatî jendermeyên ziman hebûn. Niha jî wezîfeya wan jendermeyan dewrî qeyûman kirine. Qeyûman wê wezîfeyê daye ser milên xwe. Di bin sîwana Meclîsê de jî tehamûlî Kurdî nakin. Nahêlin wekîlên me yên Kurd bi zimanê dayika xwe bi kurdî biaxivin û mafê axaftina wan kurdî tê desteserkirin. Heta heqaretê li zimanê kurdî dikin. Dema hevalên me bi zimanê kurdî daixivin jî wek îşareta 'X' dinivîsinin. Ev hedê kî ye? Ev çi şerm û xefletî ye. Ev ferasetek çawa ye. Ez li vir bang li Serokê Meclîsê dikim; gavek beriya gavekê dawî li vê şermê bînin. Ev Meclîs, meclîsa kurd û tirkan e. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî mafê herî bingehîn e. Ji ber vê yekê divê hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyê hestiyariyê nîşanî mijara ziman bidin. Di jiyana rojane de jî mirov dikare vê yekê bibîne. Dema di geştan de astengiya li pêşiya ziman derdikeve pêşiya mirovan. Em li balafirê siwar dibin, tenê anonsa tirkî û îngîlîzî heye. Di balafirên diçin Amed, Wan û bajarên din hemû kurd in. Lê ji bilî tirkî û îngîlîzî zimanek din ango kurdî nîne. Divê li hemû qadên giştî ango cemwariyê bi zimanê kurdî xizmet were dayîn."