Temellî: Kaos û krîza rêveneberinê heye
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got li welêt kaos û krîza rêvenebirinê heye û got, qoş li aboriyê qetiyaye
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got li welêt kaos û krîza rêvenebirinê heye û got, qoş li aboriyê qetiyaye
Hevseroke HDP’ê Sezaî Temellî, Serekwekîlê Meclîsê Mîthat Sancar, Serekwekîlên Komê Fatma Kurtulan û Ayhan Bîlgen serdana Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim kirin. Temellî got ev serdana bi çarçoweya nezaketyê ye û daxuyaniyek da raya giştî.
Temellî li ser naveroka serdanê got, ‘’Bi taybetî me mijara destlênedanê û wekîlên ku hê jî girtî ne, Wekîla me ya Colemêrgê Leyla Guven û Enîs Berberoglu me anî rojevê. Me bi bîr xist ku Meclîs divê li ser zemîna demokrasiyê, bi çarçoweya demokratîk divê gavan bavêje. Liv ir divê temsîla hemû civakê hebe. Nebûna 2 wekîlan kêmasiyeke girîng e. Divê meclîs li ser vê mijarê peywira xwe bi hesasî bi cih bîne.
Derbarê vê pêvajoyê hem ji hêla xebatên Meclîsê ve û hem jî ji hêla siyaseta Tirkiyê ve me nirxandinên kurt kirini. Em HDP ku li Tirkiyê têkoşîna demokrasiyê dike, em ê li Parlamentoyê jî têkoşîna demokrasiyê bidomînin, em ê ji bo hemû beşên civakê re bibin deng. Me got ev vê Meclîsê meclîsa gel dibînin û divê gel li vir be, qedexe nebin.’’
‘KRÎZA RÊVENEBIRINÊ HEYE’
Li ser pirsa ku rayeya dane walî û qeymeqaman Temellî got, ‘’Jixwe rewşeke kaosê heye. Ev welêt bi krîzeke rêveneberinê re hevrû ye. Ti rastkirineke bi çarçoweya bê ka wê çawa were rêvebirin tine. Niha jî gelek raye dane dest waliyan û em gelekî mitala dikin bê ka ev ê çawa werin xebitandin. Ev krîza rêvenebirinê êdî li bajar, navçeyan berbelav bûye.
‘QOŞ LI ABORIYÊ QETIYAYE’
Li ser pirsa texmîna enflasyonê ya Benqeya Navendî jî, ku îro 5 puan li gorî ya berê hatibû zêdekirin, Temellî got, ‘’Ev nîşan dide ku qoş li aboriyê qetiyaye. Ji ber ku li hêlekê ev texmîn 5 puanan zêde bûye lê derbarê faîzê tiştek nehatiye kirin. Jixwe bandorên vê yên neyênî li ser aboriyê xuya dike, wê zêdetir xuya bike.’’