Temellî: Ji bo aştî û demokrasiyê bi Ocalan re biaxivin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir, ji bo aştî û demokrasiyê divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê axaftin û got, "Em bi tifaqa demokrasiyê bimeşin."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di civîna Koma HDP'ê ya li Meclîsê de axivî û bûyerên dawî nirxand. Temellî ewil bal kişand ser komkujiya Madimakê ya Sêwasê û komkujî şermezar kir. Temelllî, anî ziman ku feraseta komkujiya Sêwasê hêj didome û xwest her kes li dijî van komkujiyan têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin.

POLÎTÎKAYA BÊ MIROVHIŞTINÊ DIMEŞÎNIN

Temellî bal kişand ser êrîşên li hundir û dervê sînor û wiha lê zêde kir. "Êrîş tenê ne li hundir in. Li devre jî didome. Operasyonên derveyî sînor jî hene. Li êrîşa ku li Xakurkê û Kortekê pêk hat binerin. Dîsa li Korketê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn. Operasyonên dervê sînor mirovan ji cih û warên wan dikin. Ji Efrînê dest pê kirin, niha li Xakurkê berdewam dikin. Polîtîkayên bê mirovhiştinê bûne polîtîkaya sereke. Operasyona li Efrînê jî û Operasyona li Xakurkê jî li dijî yekîtiya axê ye. Divê hûn hurmetê ji yekîtiya axê re bigirin."

'EGER HÛN AŞTIYÊ DIXWAZIN BI OCALAN RE BIAXIVIN'

Temellî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û bi bîr xist ku piştî tecrîda mutleq bi dawî bû ji bo aştiya Tirkiyeyê gaveke gelekî girîng hate avêtin. Temellî got, "Lê belê ev têrê nake. Ji bo aştî û demokrasiya Tirkiyeyê divê em tecrîdê bi temamî ji holê rakin. Piştî ku tecrîda mutleq bi dawî bû û dengê ji Îmraliyê hate bihîstin li Tirkiyeyê ji dil demokrasî û aştî hate nirxandin. Ji ber vê yekê em dibêjin, bi Ocalan re biaxivin. Dengê Ocalan nebirin. Bikin ku parêzer û malbata wî bi rêk û pêk hevdîtinê pêk bînin. Ji bo siyaseta rojane nekin amûrek."

'EV HIKÛMET A ZEMÊ Û KRÎZÊ YE'

Temellî, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên Aboriyê û wiha got: "Niha qala eyarên fabrîyan dikin. Vegerin eyarên fabrîqeyan wê çi bibe. Vana biçin bazara kêçan, bazar jî wan qebûl nekin. Divê em bi hevre siyasetek nû ava bikin. Niha serê sibê em rabûn lîtreya benzînê 7 tl derbas kir. Şekir, Xaza Xwezayî, çay û her tişt buha bû. Ev hikûmeta zemmê ye. Fatûra hemû krîzê li ser piyta gel bar dikin. Kedê dixwin û xwezayê talan dikin. Talankirina hem dîrok, hem jî xweza li Heskîfê li pêş çavan e. Kedxwarî li înşaetan li pêş çavan e. Valahiya Butçeyê 80 milyar dolar e. Dixwazin bi ava kişandinê aş bigerînin. Bi ava kişandinê aş nazîvire. Polîtîka derve û polîtîka aborî tune. Li G-20 bên cem hev jî di G-20'an de di rêza 20'an de ye. Salek din G-20 jî wan qebûl nake. Gelê cîhanê, Gelê Rojhilata Navîn û Gelê Fîlîstînê tev mexdûr e. Sedema vana tevan G-20 e."

'EMÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ BI RÊXISTIN BIKIN'

Temellî, bal kişand ser hilbijartina Stenbolê û îtîqa demokrasiyê û wiha berdewam kir: "Di hilbijartina Stenbolê de em bûn Şirnex, Mûş. We hevîya siyaseta Tirkiye bêtir mezin kir. Dem dema siyaseta nû ye. We rêya vê siyaseta nû li Stenbolê vekir. Li bajarê kedê we hev rê vekir. Li Stenbolê bi kedkaran re we îtîrazek mezin bi rêxistin kir. Dîsa bi îtîraza jinan li dijî zilm û tundiya li hemberî jinê we ev îtîraz bi rêxistin kir. Ji bo li dijî faşîzmê, emê aştiyê bi rêxistin bikin. Niha rêya nû vebûye. Dema me Îtîfaqa Demokrasiyê anî ziman me bang li hemû gelê Tirkiye kir. Bi pergala Serokomariyê Tirkiye bi rêve nameşe. Bi vê krîzê bi vê pergalê rê nameşe. Ji ber vê yekê divê rêyek nû bê vekirin."

Ev destûra bingehîn destûra bingehîn a 12'ê ÎLonê û contayê ye. Ev makeqanûn ne ya jin, ciwan kedkar û civakê ye. Ev makeqanûn ya 5 Generalên ku li hev kom bûne ye. Bi vê makeqanûnê Tirkiye nameşe. Bi vê yekê dînamît xistine bin Tirikye. Îro daraz ne serbixwe ye. Îro aborî têk çûye. Îro tu tişt bi rêve nabe. Sedema vê yekê Rejîma Yek Zilamî ye. Rejîma Yek Zilamî ye. Têkçûn e. Wekî xwe xwe ji Balafirê bê Paraşût bavêjin. Ser serî diçin. "

Nelirêtî xizanî feqîrî her ku diçe mezin dibe. Divlê em bi hevre çareyê ji vê yekê re bibînin."

'WERIN EM BI HEVRE LI DORA PEYMANA CIVAKÎ BIBIN YEK'

Temellî, herî dawî bang li hemû beşên civakê kir ku li dora Peymana Civakî bibin yek û wiha bi dawî kir: "Werin em bi heve gavên nû bavêjin. Divê em hesabê hemû paşerojê bikin. Divê em xwe ji pêşdarazan rizgar bikin. Em wekî HDP'ê bang li hemû partiyên siyasî, jin, ciwan, karker û kedkaran dikin ku em bi hevre li dijî faşîzmê muzakereya têkoşînê mezin bikin. Werin em bi hevre Peymana Civakî yanî Makeqanûna Civakî em bên cem hev û rêya demokrasiyê vekin. Werin em li ser navê demokrasî û aştiyê bi hevre gavan bavêjin. Em ranewestin ku hin kes li ser navê me Qanûna nû avabikin. Werin em kesên xwedî vîna li Welatê Hevpar bijîn vê Peymana Civakî ava bikin. Ger ku me li dora Peymana Civakî kom nebin wê demê wê xizanî û nelirêtî bibin qedera me. Ger ku em vê yekê bi ser bikevin wê demê emê karibin li pêşeroja zarokên xwe xwedî derkevin. Destûra Bingehîn a Nû divê rê li pêş Jiyana Nû veke. Divê di vê Qanûna Nû de jin, ciwan, gel, kedkar û hemû reng hebin. Divê feraseta jiyana civakî bihûne hebe. Ger ku em gavek wisa bavêjin wê bandorê li ser Rojhilata Navîn û Cîhanê jî veke. Bes e em ji polîtîkayên şer xwe rizgar bikin."