Temellî: Heta ku tecrîd dom bike ne aştî û ne jî edalet pêkan e

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Niha dema dawîkirina tecrîdê ye. Em vê bi ser nexin ne aştî û ne jî edalet li vî welatî pêkan e.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê 2’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li Salona Dawetê ya Şehîtlîk Çamlik li dar xist.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û parlamenterên HDP’ê yên Rihayê û bajarên herêmê, ji malbata Şenyaşar Emîne Şenyaşar, malbata Îbrahîm Ayhan ê demek beriya jiyana xwe ji dest da, malbata rojnameger Rohat Aktaş ê li jêrzemîna Cizîrê jiyana xwe ji dest da û rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn. Jin bi cilên xwe netewî beşdarî kongreyê bûn. Li salonê pankartên “Em ê li dijî qirkirina siyasî serê xwe netewînin”, “Malbata Şenyaşar û şehdî şoreşê bêmirinin”, “Jin jiyan azadî” û “Em ê tecrîdê bişkênin, faşîzmê hilweşînin” daliqandin. Wêneyên Îbrahîm Ayhan û Muhsîn Melîk jî hatin daliqandin.

‘ÇARESERÎ BI RAKIRINA TECRÎDÊ PÊKAN E’

Kongreyê piştî strandina Hozan Serwan ê herêmî destpê kir. Ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehdî bûne deqeyek rêz hate girtin. Destpêkê Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî û diyar kir ku tekane çareseriya aloziyên li Tirkiyeyê bi rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e.

Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Nîmetullah Erdogmûş jî axaftinên kurt kirin.

Pişt re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axivî. Temellî di kongreyê de wiha axivî: “Dema pêşiya me em ê hemû bi hev re Rihayê ji vê zîhnetiya ceberut rizgar bikin. Riha destpêkek e. Riha siberoja me ye. Ji bo em xwedî li wê siberojê derkevin em li vir in û di nav gel de ne. Em ê bi gel re têbikoşin. Ev ax bi xêr û bereket e. Em ê aştiyê binîn ser vê axê. Vî welatî edalet û wîjdana xwe winda kir. Vê îxtîdarê edaletê ji salonên dadgehan derxist. Ev rejîma otorîter rejîma yek zilamî ye. Li dijî vê bê edaletiyê wê berxwedana me her hebe. HDP ev e.

Brunson bi bazariyekê hat berdan. Ev bazarî tundî û bê edaletiyek mezin e. Cezakirina kesan ji qesrê tê. Dibêje; ‘Keşe destgîr bikin’ tê destgîrkin. Dibêje; ‘bigirin’ digirin. Dibêje; ‘berdin’ berdidin. Ev e edalet. Aramî û ewlehiya tu kesî nema. Nêrîna wê mêze bike nemaye. Hêviyên vî welatî didizin. Her ku HDP hebe wê hêvî mezin bibin. Em ê li dijî van hemû tiştan wek partiya hêviyê rêya xwe dewam bikin.

Heta ku tecrîdkirin Birêz Ocalan û azad bibe wê ev têkoşîn dewam bike. Ev tecrîd li ser hemû welat hatiye sepandin. Ev tecrîd li ser gelan ên ku li benda çareserî û aştiyê ne hatiye sepandin.

Edaletê ji salonan qewirandin. Heke hûn li edaletê bigerin werin edalet di çavê dayika Îbrahîm Ayhan û dayika me Emîne Şenyaşar de ye.

Em ê xwedî li siberoja xwe derkevin. Li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene. Em ê hemû bên cem hev û li dijî faşîzmê derkevin. Em ê mil bidin milê hev û hemû qeyûman ji vê erdnîgariyê paqij bikin û bişînin. Ew jî vê yekê dizanin ji ber wê ditirsin. Di xewnên şevan de kabûsan dibînin. Hûn bûne kabûsa nav dilê wan.”

Wek ku hosteyê mezin Yilmaz Guney digot; ‘Bila dost û dijmin bizanibe teqez em ê bi ser bikevin.”

Piştî axaftinan raporên xebat û malî hatin xwendin. Di hilbijartina 555 delegeyên dengê xwe bikaranîn de Aliye Kizildamar û Îbrahîm Halîl Akbaş bûn hevserokê HDP’a Rihayê.