Temellî: Em ‘Rêya sêyemîn’ esas digirin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî rêya sêyemîn nîşan da û got: “Gotin û tiştên Birêz Ocalan nîşandayîn pir girîng in.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk û Gelan (HDP) Sezaî Temellî yê li Rihayê bû, serdana Şaredariya Pirsûsê ya di hilbijartina 31’ê Adarê de bi destxistibû.

Temellî yê di ketina Pirsûsê de ji aliyê endamên partî û gel ve bi çepikan hate pêşwazîkirin li gel konvoyeke wesayîtan kete navçeyê. Di ketina navendê de xwestin bi Lêgerîna Agahiyên Giştî (LBT) re bên derbaskirin. Li ser nerazîbûna endamên partiyê û parlementeran gotûbêj bi rêveberên emniyetê re pêk hat. Polîsan demeke dirêj konvoy da sekinandin.

Temellî û yên li gel ewilê çûn avahiya HDP’ê ya li Pirsûsê.

‘JI ŞER ENCAM NAYÊ GIRTIN’

Temellî bal kişand ser hewldana dagirkeriya li ser sînorê Sûriyeyê û got: “Bi rojan tank û top sewqî ser sînor kirin. Ev kes bi şer dixwazin bi ser bikevin. Em dibêjin bi şer encam nayê girtin. Heta niha ti encam jê nehatiye girtin ji niha û şûnde jî ti encamek jê nayê girtin. Ji ber şer aborî jî têk diçe.”

‘GOTINÊN BIRÊZ OCALAN PIR GIRÎNG IN’

Temellî di dewama nirxandinên xwe de bal kişand ser stratejiya ‘Rêya Sêyemîn’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan nîşan dayî û got: “ Wan ev welat kirin du beş. Ev her du beş ne ji hev cuda ne, lê em dixwazin bi hev re bijîn. Em dixwazin gel bibin bira. Rêya sêyemîn biratî ye, aştî ye. Ji bo vê tişt û gotinên Birêz Ocalan gotî girîng in. Em li dijî faşzmê têkoşîn û ji bo siberojê jî muzakereyê dixwazin.”

Temellî serdana malbata Emîne Şenyaşar ê hevjîn û kurê wê ji aliyê Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 24’ê Hezîranê de hatibû qetilkirin, kir.