Temellî: Em ê rê nedin lîstika AKP'ê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî hişyarî da YSK'ê û diyar kir, AKP paşeroja Tirkiyeyê dixe nava rîskê. Temellî got, "Em ê rê nedin lîstika AKP'ê."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî hişyarî da YSK'ê û diyar kir, AKP paşeroja Tirkiyeyê dixe nava rîskê. Temellî got, "Em ê rê nedin lîstika AKP'ê."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Berdevka HDP'ê ya Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Ayşe Acar Başaran, Berdevkê Komîsyona Karên Hilbijartinê Alî Urkut, li ser bêhiqûqiya di dema hilbijartinê de hate kirin û helwesta YSK'ê ya piştî hilbijartinê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
'KRÎZEKE CIDÎ HEYE'
Temellî diyar kir, di dema kampanya hilblijartinê de guhertina cihê hilbijêran, jêbirina qeyda hilbijêran, bicihkirina leşkeran bi taybetî li hin deveran, dengdana leşkeran, rola qeymeqam û waliyan a di vê pêvajoyê de di nav de gelek bêûsilî hatine eşkerekirin.
Temellî bi bîr xist ku wan hişyarî dane ku ev yek wê bandorê li encamên hilbijartinê bike, lê belê hişyariyên wan jinedîtî ve hatine û encameke neyînî derketiye holê.
Temellî got, meseleya Şirnexê, meseleyên Mûş û Milazgirê bi vî rengî ne û destnîşa kir, dema ku ev rewş bi giştî were nirxandin wê bê dîtin ku bêedaletî û bêbaweriya bi hilbijartinê rû daye.
Temellî bi bîr xist, tevî ku 10 roj di ser hilbijartinê re derbas bûne hîn jî encamên hilbijartinê tên nîqaşkirin û işaret bi rola neyînî ya Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a di vê mijarê de kir. Temellî got, ya heyî krîzeke cidî ye.
Temellî bang li YSK'ê kir ku bi lezgînî li gorî qanûnan tevbigere, biryarên ku bersivê didin bendewariyên civakê û wijdanan rehet dike, bide.
Temellî got, 90 ji sedî yên îtirazên AKP'ê tên qebûlkirin, lê îtirazeke tenê ya HDP'ê jî nehatiye qebûlkirin.
'HEVALÊN ME HATINE HILBIJARTIN, LÊ MAZBATAYAN NADIN WAN'
Temellî bal kişand ser bêhiqûqiya piştî hilbijartinê li wan tê kirin û got, "Hevalên me hatine hilbijartin lê mazbatayan nadin wan. 3 bajarên me yên mezin, tevî ku namzetên me yên ji bo hevşaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê hatine hilbijartin û ev serketin bi rêjeyeke bilind a dengan hatiye bidestxistin jî mazbatayan nadin hevalên me. Sedema vê yekê jî nayê eşkerekirin. YSK'ê jî hîn daxuyaniyek nedaye ku çima ev mazbata nayên dayin."
'EM Ê RÊ NEDIN LÎSTIKÊ'
Temellî destnîşan kir, ev krîz ji ber hesabên şaş ên li hin deveran e û got, "Em ê rê nedin wan hesabên şaş. Me got ku em ê vê lîstikê têk bibin, me di hilbijartinê de têk bir, me li ser sindoqan têk bir."
Temellî da xuyakirin, YSK divê li gorî destûra bingehîn û qanûnan tevbigere û got, "Nedana mazbatayan nedîtina îradeya dengdêran e. Li gorî Destûra Bingehîn tevbigerin û mazbatayên namzetên hatine hilbijartin bidin wan. Wezîfeya dadgehên bilind e ku demokrasiyê, mafên mirovan biparêzin. Em hişyar dikin ku dest ji avêtina gavên li dijî vê yekê berdin."
Temellî herî dawî got, ji kiryarên heyî xuya dibe ku Rewşa Awarte hîn neqediya ye.