Temellî: Bi biryardarî em ê bi ser faşîzmê de biçin

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî li Civata Giştî ya HDK'ê axivî û got, ''Em ê bi hêvî û biryardarî bi ser faşîzmê de biçin. Rêya me vekirî be, serkeftin hevalno''.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku rêxistinbûnek bi hêz li ser bingehek demokratîk tê avakirin û wiha got: “Ger ku HDP pêşeroja Tirkiye be, tenê rêya serkeftina vê yekê jî rêxistinbûna HDK’ê ye. Temellî, anî ziman ku bi hevre û teqez dê bi ser bikevin. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi şîara “Ji bo ked, aştî, azadî û li dijî faşîzmê berxwedana civakî” Kongreya 9’emîn pêk anî. Kongre li Hotela Akar Internatîonal pêk hat û gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvîl, sendîka û hêzên demokratîk ên di nava HDK’ê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk beşdar bûn. Bi salona kongreyê ve wêneyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 67 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye û pankarta “Ji tecrîdê re na, deng bide berxwedana jiyanê diparêze” hatin daliqandin. 
 
Di kongreyê de axaftin hatin kirin. Piştî Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kilikç Koçyigît, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî axaftin kir. Temellî, diyar kir ku ew li dora paradîgmaya nû ya ku Tevgera Şoreşger a Tirkiye û Tevgera Azadiyê ya Kurd digîne hev kom bûne û wiha got: "Têkoşin bi hemû hêzea xwe berdewam dike. 7-8  sal berê em li hev kom bûn û me heviyek ava kir. Em ji duh pir bi hêztir in. Ji duh bêtir pêdiviya me bi HDK'ê heye. Siyaseta Kongreyê di wateya rastiyê de bijêrkek e. HDP ji nava wê derketiye û îro bûye heviya Tirkiyeyê. Çawa duh em li HDK'ê xwedî derketin divê em îro bêtir li HDK'ê xwedî derkevin û wê mezintir bikin. Ev erka me ya sereke ye. Ji bo siyaset bibe malê civakê divê civak jî siyasî bibe. Ez carek din kongreya HDK'ê bi rêzdarî silav dikim. Ez xwediyê fikra kongreyê Birêz Ocalan bi hurmetî silav dikim." 
 
Temellî, bal kişand ser tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Birêz Ocalan di bin şertê tecrîdê de ye. Birayê Ocalan ku di 11'ê Îlona 2016’an de çû Ocalan dît, piştî demek dirêj duh çû. Lê divê malbat her ji 15 rojan carekê karibe hevdîtinê pêk bîne. Dewletê ev maf binpê kiriye. Serlêdana parêzeran heta niha 780 caran hatiye redkirin. Ji 5'ê Nîsanê heta niha tecrîd li ser aştî û demokrasiyê tê meşandin.
 
EM TEKOŞÎNA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ BI RÊXISTIN BIKIN
 
Têkoşîna li dijî tecrîdê tekoşina aştî û demokrasiyê ye. Ger ku em vê têkiliyê qut bikin em ê nikaribin têkoşîna aştî û demokrasiyê bi ser bikevin. Divê em aştî û demokrasiyê bi rêxistin bikin. Rejîma Otoriter û faşizmê çavkaniya xwe ji şer digire. Gelan tîne hemberî hev û hêza xwe ji vê yekê digire. Bi şerê li Rojhilata Navîn xwe nû dike û xurt dike. Divê em jî li Rojhilata Navîn li dijî vê yekê derkevin. Li Rojava tam li dijî vê pergala faşîst xwe bi rêxistin û xurt dike. 
 
Divê hem hemû pêkhateyên çep û sosyalist bi hevre li dijî vê yekê bêjin na. Divê em bi herve bi dengekî bilind biqîrin. Mafê me tê binpêkirin. Jiyana me xezp kirin. Me têkoşîna ked, ekolojî, jin, ciwan, gelan, baweriyên cuda da pêşiya xwe. Me dizanîbû ev faşîzm û Erdogan van eniyan bide hemberî xwe. Ji ber ku gelan û mafê gelan tune dihesibîne. Li ser dijminatiya Kurdan de gelan tune dihesibîne. Kongreya me hêza xwe ya herî mezin ji biryarbûnê û mafdariyê digire. Her ku ew êrîş bikin em dê bêtir xwe bi hêz u rêxistin bikin. Hêza hevalên girtîgehê ji vê yekê tê." 
 
Temellî, da zanîn ku li pêş wan serdemek nû neye û wiha bi dawî kir: "Li peş me serdemek nû heye. Em dibêjin Faşizm xwe bi rêxistin û sazî dike. Rejîma Erdogan rejîma dîktatoriyê ye. Divê em rêxistinek xurtir ji vê bingehê ava bikin. Divê em ve rêxistinbûna xurt li ser bingeha demokratîk ava bikin. Ger ku HDP pêşeroja Tirkiye ye,  ji bo ku HDP vê yekê bi ser bixe divê HDK bêtir xwe bi rêxistin û xurt bike. Divê bingeha HDK'ê xwe wekî meclîsan bi rêxistin bike. Ger ku em dixwazin demokrasiya radîkal têxin meriyetê, divê gel li her qadê xwedî gotin, maf û îrade bke. Divê li her derê xwedî biryar û erk be. Divê em demokrasiya radîkal ava bikin û xurt bikin. Em dê teqes bi ser bikevin. Em dê bi hevre mafê xwe bi dest bixin. Em ê li dijî faşîzmê teqez bi ser bikevin. Serkeftin hevalno!”