Temellî: 31’ê Adarê wê destpêka dawiyê be!

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî got; “Heta tecrîda Îmralî dewam bike wê aşitî neyê welat. Hilbijartinên xwecihî wê ji bo faşîzmê ‘destpêka dawiyê be’.”

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Wanê li gel re civiya. Civîn li Salona Dawetê ya Qesra Spî hate lidarxistin û Hevserokê HDP’ê Temellî, Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, parlamenterê Wanê Mûazzzez Orhan, parlamenterê Dêrsimê Alîcan Onlu û gel beşdar bûn.

KARABÛLAK: EM Ê XWEDÎ LI DAXWAZÊN LEYLA GUVEN DERKEVIN

Di civînê de destpêkê Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak axivî û greva birçîbûnê ya Leyla Guven silav kir. Karabûlak diyar kir ku ew ê xwedî li daxwazên Leyla Guven derkevin.

TEMELLÎ: HETA KU TECRÎD HEBE EW Ê AŞTÎ PÊK NEYÊ

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî di axaftina xwe de qala van tiştan kir:

“Leyla Guven 42 roj in tevî rêhevalên xwe li aştiyê digere. Ji ber ku dizane rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe. Heta ku tecrîd bidome, ew ê rêya aştiyê neyê vekirin. Heta ku rêya aştiyê neyê vekirin ew ê li Tirkiyeyê tu kêşe neyên çareserkirin.

Îro li girtîgehan zilm û êşkence heye. Dayîka Sîsê hê jî di girtîgehê de ye. Zarokên 1 salî di girtîgehan de ne. Ev zilm e. Welat kirine girtîgeh.

Ez ji vê derê silavên xwe ji rêhevalên xwe Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Sebahat Tûncer re dişînim. Ev desthilatdarî bi feraseta mêran êrîşî jinan dike.

‘DAWIYA FAŞÎZMÊ NÊZ E’

Dawiya faşîzmê nêz e. Di 31’ê Adarê de ew ê dawiya faşîzmê were. Em ê hemû qeyûman bişînin ser sergo. Qeyûm li ser 96 şaredariyên me hatine wezîfedarkirin û hemû jî ketine bin deyn. Muteahîdên nêzî xwe dewlemend kirin.

Desthilatdarî bi ser de êrîşî Efrînê dike. We Şengal û Mexmûr bomberdûman kir, we gelê sivîl qetil kir. We bazara firotina jinan ava kir, ma ji vêya xerabtir hê çi heye! Berpirsê vê zilmê ev desthilatdarî ye. Rêya bidawîkirina vêya jî xwedîlêderketina mafên xwe ye. Teqez em ê bi ser bikevin.”