Temel: Gelê me divê li her derê mohra xwe li binê logoya Partiya Çep a Kesk bixe

Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel got, "Yekane tişta ku welatiyên me divê bike ew e ku li her derê mohra 'erê' li binê logoya Partiya Çep a Kesk bixin."

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel li ser pêvajoya hilbijartinê ji ANF'ê re axivî.

Temel anî ziman ku partiya wan bi karê xwe, bi helwesta xwe di siyaseta welêt de diyarker e û got, "Em avakar in. Bal hemû li ser me ye. Bi vê têgihiştinê, li ser bingeha berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên xwe, me di 27'ê Îlona 2021'ê de pîvanên xwe yên li ser siyaseta welêt bi deklarasyonekê eşkere kir. Me ew pîvan danîn ku mirovên xwe weke 'alîgirê demokrasî û azadiyê nîşan didin' nikarin li ber rabin. Me ev pîvan jî bi 11 servanan destnîşan kir. Ev yek di heman demê de bangek bû. Me bang kir ku têkildarî pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên mezin ên welêt em li ser pîvanan nîqaşê bikin. Ji xwe me navê 'Deklarasyona Bangê ji bo Edalet, Demokrasî û Aştiyê' lê kir. Helwesta me ya li ser pêvajoya hilbijartinê ji destpêkê ve li ser bingeha van pîvanan xwe dispêre demokrasî û azadiyê."

Temel anî ziman ku ji bo hilbijartinên Serokkomariyê jî wan gotin, li şûna nav ew nîqaşê li ser van pîvanan bikin û wiha dewam kir: "Di encama nîqaşan de jî me dît ku li ser mijarên demokrasiya xurt, dadgeriya serbixwe û bêalî, bidawîkirina qeyûman û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de ku pîvanên me ne, bi Birêz Kiliçdaroglû re nakokiyeke me nîne. Ez dixwazim careke din destnîşan bikim, alîgirên demokrasî û azadiyê nikare li ber van pîvanan rabin. Ev pîvan ji bo civakê bi qasî nan û avê girîng e. Lewma em di pîvanên xwe de bi israr in. Pratîka me jî wê li gorî vê be. Hevdîtina ku me bi Birêz Kiliçdaroglû re li Meclîsê kir li ser vê bingehê pêk hat."

'BILA GELÊ ME LI HER DERÊ MOHRA XWE LI BINÊ LOGOYA PARTIYA ÇEP A KESK BIXE'

Tayîp Temel destnîşan kir ku hilbijartina vê carê hilbijartina herî krîtîk e, lewma jî rêbaza herî rast ew bû ku bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinê bibin, ku ev yek hîn bêhtir bi kêrî bindestan, karker û kedkaran dihat. Temel got, "Lê belê partiyên TÎP û EMEP'ê yên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de ne, xwestin ku di bin sîwanê tifaqê de bi logoya partiya xwe tevlî hilbijartinê bibin. Di encama danûstandinên demdirêj de encameke bi vî rengî derkete holê. Bêguman zor û zehmetiyên vê tercîhê hene. Ji ber ku ji ber qanûna hilbijartinê ya nû her partiyên li nava tifaqê ji ber berpirsyar e. Weke tifaq eger bi dengên giştî derfetê wergirtina wekîlekî hatibe bidestxistin jî ji ber ku deng wê li nava sê partiyan bê belavkirin, mixabin dibe ku hingî wekîl ji dest biçe. Her wiha rîsk heye ku ew wekîl ji partiyeke cuda re biçe."

Temel destnîşan kir ku dilê gelan bila rehet be û got, "Em bi eşqeke mezin dixebitin, her cûre rîskê dinirxînin. Em tedbîrên xwe werdigirin. Cihê fikarê nîne. Tişta bê kirin gelekî rehet e. Yekane tişta ku welatiyên me bike ew e ku li her dera lê ye mohra 'erê' li binê logoya Partiya Çep a Kesk bixin. Li cihê ku me logoya ji dara bi gewdeya mor a Partiya Çep a Kesk dît, dema ku me mohra xwe li wir xist, hingî pirsgirêk namîne. Di vê hilbijartinan girîng de eger em Partiya Çep a Kesk ku nûnerê bindest, karker û kedkaran e bi şêweyê herî xurt tevlî meclîsê bikin, hingî wê hemû lîstik û rîsk bêne beralîkirin."

Tayîp Temel diyar kir ku hilbijartinên 2023'an ji bo çarenûsa welêt gelekî girîng e û got, "Li pêşiya me du rê hene. Ya em ê faşîzmê rawestînin, ya jî faşîzm wê xurtir bibe û bêhnê li civakê biçikîne. Wekî din rêyeke cuda li ber me nîne. Lewma hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'an wê bibe hilbijartina herî krîtîk a dîrokê."

Temel ragihand ku di Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê û sîstema parlamenter de pêvajoyên qanûndanînê, parlament girîng e û got, "Eger Partiya Çep a Kesk bi 100 wekîlan bikeve parlamentê wê di siyaseta Tirkiyeyê de bindest, mirovên mafên wan hatine binpêkirin li parlamentê, di avakirina qanûnan de diyarker bin. Ya herî girîng jî wê di diyarkirina rêveberiya nû de xwedî rol bin."

Temel bi bîr xist ku ew bi Partiya Çep a Kesk dikevin hilbijartinê û got, "Logoya Partiya Çep a Kesk û HDP'ê dişibin hev. Ev jî ji bo me avantajeke mezin e. Ji bo mirovên me yên ku bi xwendin û nivîsandinê nizanin şibandina logoyan girîng e. Em ji kevneşopiyeke welê tên ku bi ben pûsûla dihate pîvandin. Em ê serdana her malê bikin û Partiya Çep a Kesk bidin naskirin."