Televîzyona dewletê got 'bixwînin', polîs dest danî ser
Televîzyona dewletê got 'bixwînin', polîs dest danî ser
Televîzyona dewletê got 'bixwînin', polîs dest danî ser
Duh li bajarê Almanyayê Hannoverê polîs di serdegirtina komelaya Kurd de dest danîbû ser pirtûka bi navê "PKK: Perspektîfa tekoşîna azadiya Kurd". Lê nivîskarê pirtûkê Dr. Nikolaus Brauns diyar kir ku pirtûka wî ji aliyê televizyona dewletê WDR'ê ve ji bo xwendinê hatiye pêşniyar kirin. Brauns, herwiha ji polîsê Hannoverê re jî nameyek şand û vê bangê kir: "Berî her tiştî divê hun vê pirtûkê bixwînin, dibe ku hun wê demê Kurdan fêm bikin."
Duh di seat 11.00'dan de ji sedan zêdetir polîs avêtibû ser komaleya Kurdan a Hannoverê ku girêdayî Federasyona Komaleyên Kurd a Almanyayê (YEK-KOM)'ê ye. Polîs di operasyonê de dest danî bi sedan pirtûk û kovarên ku bi aweyekî qanûnî hatibûn çapkirin. Yek ji pirtûka ku polîsan bi xwe re bibû berhema bi navê "PKK: Perspektîfa tekoşîna azadiya Kurd" bû. Li ser vêyekê nivîskarê pirtûkê rojnemevan-nivîskar Dr. Nikolaus Brauns ji Miduriyeta Emnîyetê ya Hannoverê re nameyek şand û helwesta polîsan şermezar kir.
'ME HALIM DENER JI BÎR NEKIR'
Dr. Brauns diyar kir ku pirtûka wî berî sê salan li Stuttgartê ji aliyekî weşanxanekî ve bi aweyekî qanûnî hatiye çapkirin û van agahiyan da: "Di sala 2011'an de di televîzyona dewletê WDR'ê de bernameyek bi navê 'Kurd: Gelê hatî qedexe kirin' hate weşandin. Di bernamayê de hate gotin ku kesên dixwazin derbarê dîroka PKK'ê û tevgara kurd de bibin xwedî agahî divê vê pirtûka min bixwînin."
Dr. Brauns di nameya xwe de ji polîsê Hannoverê xwest ka çima pirtûka wî hatiye qedexekirin û vê bangê kir: "Em baş dizanin ku polîsê Hannoverê dema her sê herfên PKK'ê dibîne dikeve nav alarmê. Herwiha me ciwanê kurd ê 16 salî Halim Dener ku li Hannoverê di 26ê Hezîrana 1994'an de ji aliyê polîsan ve hate kuştin ji bîr nekir. Ji kerama xwe re pirtûkên min paş de bidin û ji ber vê helwesta hevalên we ez li bendê me ku hun ji min lêborinê bixwazin. Herwiha berî her tiştî ez dixwazim hun vê pirtûkê bixwînin. Belkî hun wê demê rewşa gelê Kurd baş fêm bikin."
Piştî buyerê Dr. Brauns ji ANF'ê re axivî û vê peyamê da: "Serdegirtina Hannoverê parçeyekî siyaseta krimînelîzekirina Kurdan e. Ev operasyon dest nîşan da ku Almanya ji pêvajoya aştiya Kurdistanê re eleqe nîşan nade. Kurdên li Hannoverê dijîn divê bi aweyekî coş tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin û vê hewldana polîs pûç derxin."