Têkoşîna malbat û parêzerên Sarisuluk berdewam dike

Têkoşîna malbat û parêzerên Sarisuluk berdewam dike

Malbat û parêzerên Sarisuluk, ji bo polîsê di dema çalakiyên li Enqereyê de yên ji bo piştgirîdayîna berxwedana Parka Gezî de Ethem Sarisuluk qetil kir were girtin serî li Dadgeha 6’emîn Cezayê Giran a Enqereyê da.  

Parêzerên malbata Sarisuluk Eylem Hakverdî û Kazim Bayraktar, li ser esasê rapora heyeta pisporan û dîmenên kamerayan ên ji Beşa Radyo, Televîzyon û Sînemayê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê wergirtin ji bo polîs Ahmet Şahbaz bê girtin serî li dadgehê dan. Parêzeran bi daxwaza guhertina xala di îddîanmeyê de ya "sînorê parastina rewa bê zanebûn derbaskirin” û bi delîlên nû yên pêşkêş kirine daxwaza girtina polîs Şahbaz kirin. Ligel wê der barê wezîfedarên gelemperiyê yên dema dîtine di kamerayên MOBESE de polîsan sûc kiriye, berê wan guhertine û ji zumê derxistine, bi egera wezîfeya xwe bi awayekî nebaş bikaranîn, tunekirin û veşartina delîlan werin darizandin serîlêdan kirin.      

Di çalakiyên Enqereyê yên ji bo piştgirîdayîna Parka Gezî de karkerê OSTÎM’ê yê 27 salî Ethem Sarisuluk 1’ê Hezîranê bi gulleya polîsê bi navê Ahmet Şahbaz bi giranî birîndar bû û di 14’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dabû.