Têkoşîna bi rengê Zîlan

Di sala 21. a şehadeta Zîlan de divê rastiya çalakiya wê ya dîrokî ji her demê bêhtir bê fêhmkirin û bi cih were anîn.

30'ê Hezîranê, roja çalakiya destanî ya jina Kurd a ji Meletiyê Zeynep Kinaci - Zîlan e. Ev roj, ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve, wek "Roja Fedaîtiyê" hatiye binavkirin. Bi vî rengî, hem tê yadkirin, hem jî tê pîroz kirin. Di 6'ê Gulana 1996'an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Şamê bi mînîbûsekê êrîşeke mezin hate pêkanîn. Piştî vê êrîşa mezin, gerîlaya bi navê Zîlan, li Dersimê li dijî yekîneya leşkerên kom bûbûn de, çalakiya fedaîtiyê pêkanî û tevahiya yekîneyê berteref kir. Em di salvegera 21. a çalakiya wê de ne. Di bîstûyekemîn salvegera şahadetê de, xwedawenda azadiyê Zîlan, bi minettarî bibîr tînin. Em soza xwe ya serketina armanca wê jî dubare dikin. 

Tevî ku bîstûyek sal di ser çalakiya fedaî ya Zîlan re derbas bûne jî, lê bîranina wê, wek îro di hişê mirovan de ye. Îro, navê  Zîlan û Zeynep li hezaran, belkî li deh hezaran keçên Kurd hatiye kirin. Helbestên Kurdî yên herî delal, li ser Zîlan hatine nivîsandin. Jin û mêrên ku ji bo azadiya gelê Kurd dest bi têkoşînê dikin, ji bo serketinê bi navê Zîlan sond dixun. Ewropa jî di nav de, li gelek cihan, festîvalên bi navê Zîlan "Festîvala Kulturê ya Zîlan" têne pêkanîn. Navê Zîlan, di nava gelê Kurd de, di têkoşîna azadiya Kurd bûye navekî nemir. Jina ku, her cure koletiyê bi ruhê Zîlan têk dibe û baweriya bixwe û hêza xwe ji Zîlanbûnê digire. 

Rastiya Zîlan, rastiya serketinê îfade dike. Rast e, rêveberiya îro ya Tayyip Erdogan, bi qasî faşîzma berî bîstûyek salî dijwar e. Li her derê terora faşîzan û komkujî hene. Kurd, dîsa li kolanan têne kuştin û diavêjin zindanan. Li jinên kurd û ciwanan haqaret tên kirin. Wek berê ku gund dihatin şewitandin, niha jî tax û bajar têne xerakirin, bi sedhezaran mirov ji cih û warên xwe koçber dibin. Yanî kiryarên hovane û zilmê dewam dikin û ne kêmî yên 21 sal beriya niha ne. Lê li meydanê, gelekî ku li hemberî zilmê û faşîzmê li ber xwe dide heye. Ev jî her diçe, di rengê Zîlanbûnê de pêşdikeve. Li Kurdistanê rewşek fadaîtiyê pêşketiye û her diçe bi hêz dibe. 

Çalakiya fedaîtiya Zeynep Kinaci, di têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de çalakiya yekemîn a fedaî ye. Lewna xwedî cihekî taybet e. Ji ber ku têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd ji xwe di xeta fedaîtiyê de ye û bi ruhê fedaîtiyê tê meşandin. Bêguman çalakiya feadîtî ku jineke Kurd pêkanî, banderoke mezin û dîrokî kir. Ev cesareta jina azad e û hêza têknaçe dide xuyakirin. Li dijî zihniyeta ku jin kole kiriyê û serdestiya mêr sazkar kiriye, çalakiya fedaî ya Zîlan, bandorek mezin kir. Mirovên Kurd û civakê ji vê çalakiya fedaîtiyê moral girt, dijminên Kurdan jî ketin nava tirseke mezin. 

Îro, li dijî faşîzma AKP-MHP ku li Kurdistanê tê kirin, sekn û têkoşîneke weke ya Zîlan dixwaze. Ji ber ku xeta Zîlan xeta serketinê ye. Di aliyê siyasî de jî, Tevgera Azadiya Kurd bi hêz kir, di aliyê psîkolojîk de jî moraleke mezin da Tevgera Kurd. Çalakiya Fedaî ya Zîlan di dema pêwîst bû de, hate kirin. Çalakiyek tolhildanê bû û bi serketî pêk hat.

Hinek kes çalakiya Zîlan, weke çalakiya "xwekujî" bi nav dikin, hinek kes jî tenê di aliyê leşkerî de serketî dibîne. Hinek kes û derdor jî dixwazin erzan nêzîk bibin. Lê yek ji van nêzîkbûnê, bi tena serê xwe ne rast e. Çalakiya Zîlan ji gelek aliyan ve serketin bi dest xist. Di mirinê de azadî û jiyan parastiye. Wek Kemal Pîr dibêje, "di rêya jiyana azad de, bi qasî ku em bimirin hez ji jiyanê dikin" e. 

Nirxandina herî baş a li ser çalakiya Zîlan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Rêber Apo dibêje, ji sedema çalakiya wê, 'Zîlan wek Xwedawend"ekê ye û bi vî navî bi nav kir û got: "Zîlan qanûna jiyana azad e. Zîlan fermandar e, em jî neferên wê ne." Ya herî girîng jî dibêje, ew çalakiyek ku nayê dubare kirin e. Rêber Abdullah Ocalan çalakiya Zîlan weke, çalakiyeke perwerdekirinê, lehengî, rêxistinîkirin û weke ferman dinirxîne. 

Di salvegera şehadetê de, em çima van tiştan dibêjin? Du sedemên wê hene: Yekemîn, li hemberî êrîşên faşîzan û kiryarên kujerî, çalakiya Zîlanwarî rêya serketinê ye. Ya duyemîn jî, xeta Zîlan xeta serketinê ya gerîla ye. Ev xetek dîrokî ye û çalakiyên dîrokî dikarin, li hemberî faşîzma sedsalê serketinê bi dest bixin. 

Îro gerîlatiya Kurdistanê, di xeta Egîd û Zîlan de bûye artêşa serketî. Artêşa Jinê ya gerîla di xeta Zîlan de pêşengiya vê yekê dike. Em dibînin ku navê Zîlan, perwerde dike û rêxistinî dike. Xeta serketinê, ji ber perwerdehî, rêxisiniyê ye. Ji ber ku gelê rêxistinkirî dikare dijminên har û hov têk bibe. Di şerê kesayetî de, tenê tol tê hilandin. Dijmin dikare mecburî lihevatinê jî bibe. Lê ev rengê şervaniyê, dijmin têk nabe û serketinek mayinde bidest naxe. 

Çalakiya Zîlan cesaret û fedkariyek mezin ya destanî ye. Ev cûre çalakiya destanî, çareseriyê di xwe de dibîne û ji civakê re dike mal. Ji vê cesaret û qehremaniyê mezintir cesaret û qehremanî çênabe. Li hemberî teknîka herî pêşketî, bi derfetên xwe û hêza xwe pêkanîna çalakiyek wiha, bêguman dîrok e, destan e. Ji ber vê yekê, xwe berê xwe dayina li armancên xwe, tevgerakirina bi plan û progam e. Disîplînek mezin heye û sembol e. Felsefeya "ti li çi bigere di xwe de bibîne" û "çareseriyê di xwe de bibîne" ye. Têkoşîna li dijî faşîzma îro, tenê bi vê xeta fedaîtî û qehremanî dikare were têkbirin. Ji ber ku ji bo têkbirina faşîzma Erdogan û Bahçelî, ti çareyên din nîne. 

Di sala 21. a şehadeta Zîlan de divê rastiya çalakiya wê ya dîrokî ji her demê bêhtir bê fêhmkirin û bi cih were anîn. Em li hemberî pêvejoyeke gelekî hov û zalim in; ji bilî Zîlanbûnê ti rêya din û çare nîne. Zîlan, cesaret, disiplîn e. Di vê demê de pêdivî bi Zîlanbûnê heye. Li gel vê, divê em jî ji hemû şehadetan dersê bigirin û di xeta serketinê de têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku, xeta Zilan, Nûda, Nalîn û Hêlînan xeta serketinê ye û misogeriya gihiştina armanca mezin e. Ev xet, dikare faşîzma AKP-MHP û DAIŞ ê têk bibe, Şoreşa Kurdistanê bi ser bixe, Rêber Apo azad bike û jiyana bi hev re û azad misoger bike. 

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA