Têkildarî binçavkirina Salih Muslum agahiyên dawîn

Hat hînbûn ku dosyeya têkildarî Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslum duh li ser daxwazaTirkiyeyê li Pragê ya ku paytexta Çekyayê ye hatibû binçavkirin, negihiştiye dozgeriyê.

Hevserokê berê PYD’ê û rayedarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslum duh li Pragê ya ku paytexta Çekyayê ye hatibû binçavkirin.

Polîsên Çekyayê daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku, Muslum li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye binçavkirin.

Parêzerê Muslim Tomas Pelîkan ragihand ku wî duh Muslum dîtiye û rewşa wî baş e. Parêzer Pelîkan ragihand ku polîsan dosyeya têkildarî Muslum negihandine dozgeriyê û ji ber vê jî dîroka dadgehê nehatiye zelalkirin.

Li gorî zagonan polîs divê herî dereng îşev heta saet 23.00’an dosyeyê pêşkêşî dozgeriyê bikin. Heke ev tişt pêk were ew ê Muslim sibê derkeve dadgehê. Heke polîs heta vê saetê dosyeyê pêşkêş neke ew ê dozger têkildarî binçavkirinê biryara xwe bide.

Parêzer Pelîkan ragihand, ji ber ku di sala 2017’an de li hemberî Muslum li Tirkiyeyê dozek hatiye vekirin, Muslum hatiye binçavkirin.

KURD Û DOSTÊN WAN BI HÊRS IN

Li gelek bajarên Ewrûpayê gelek Kurd û dostên wan ji bo ku piştgiriyê bidin Muslum berê xwe didin Pragê û bi faks, e-maîl û telefonan peyamên protestoyê radigihînin Sefaretxane û Konsolosxaneya Çekyayê.

Komîteya ku ji bo şopandina doza Salih Muslum hatibû avakirin, bang li gelê Kurd kir ku bila çalakiyên xwe yên protestoyê bidomînin.