Têkildarî 13 parlamenteran fezleke hate amadekirin

Desthilatdariya AKP-MHP'ê têkildarî 13 parlamenterên HDP, CHP û ÎYÎ Partî, ji bo rakirina mafê wan ê destnedana parlamenteriyê fezleke amade kir û şand Meclîsê.

16 fezlekeyên destnedana parlamenteriyê ku têkildarî parlamenterên HDP, ÎYÎ Partî û CHP'ê şandin Meclîsa Tirk. 11 ji van fezlekeyan li dijî parlamenterên HDP'ê ye ku Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan jî di nav de ye. HDP'iyên ku fezleke li dijî wan hatin amadekirin ev in: Pervîn Bûldan (1), Şevîn Coşkûn (1), Nûran Îmîr (2), Remziye Tosûn (1), Mûrat Çepnî (1), Tûma Çelîk (1), Ebrû Gunay (1) û Mûrat Sarisaç (3).

Têkildarî Serokwekîlê Koma CHP'ê EngÎn Ozkoç û Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Velî Agbaba, Serokwekîlê Koma ÎYÎ Partî Lutfu Turkkan û Parlamenterê Enqereyê Koray Aydin û Parlamenterê Stenbolê Umît Ozdag fezleke hatin amadekirin.